Dr. Xalid Şiwanî û Balyozxaneya Amerîkayê alîkariya yasayî û dadî gotûbêj dikin
Êraq 10:20 PM - 2026-08-22
Ragihandina Wezareta Dadê
Wêneyê Hevdîtinê
Wezîrê Dadê yê Îraqê pêşwaziya
Kargêrê Karên Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê kir û dosya veguhastina
girtiyên biyanî ji Sûriyê û alîkariya yasayî û dadî ya di navbera her du
welatan de gotûbêj kirin.
Îro Şemî 22.08.2026, Wezîrê
Dadê yê Îraqê Dr. Xalid Şiwanî, pêşwaziya Kargêrê Karên Balyozxaneya Amerîkayê
li Bexdayê Joshua Harris, kir, di civînê de çend dosyayên ku cihê giringiya
hevbeş bûn hatin gotûbêjkirin, ya herî diyar dosya veguhastina girtiyên biyanî
ji Sûriyê bo Îraqê bû, ligel gotûbêjkirina rêkarên xurtkirina hevkariya duqolî
di warên qanûnî û dadî de.
Her di heman civînê de
behsa mekanîzmayên hevkarî û hemahengiyê yên derbarê dosyaya girtiyên biyanî û
awayê rûbirûbûna vê dosyeyê di çarçoveya qanûnî û rêkarên tên şopandin de hat
kirin, ku ev yek di heman demê de li gorî qanûnên Îraqê û pabendbûnên
navneteweyî ye.
Ji aliyê xwe ve Joshua
Harris spasiya hikûmeta Îraqê û Wezareta Dadê kir ji bo rola wan di proseya
veguhastina girtiyên biyanî ji Sûriyê bo Îraqê de, û dupat kir ku Amerîka bi
hevahengiya ligel hevparên xwe dixebite daku piştgiriya pêwîst pêşkêşî Îraqê
bike di vê dosyeyê de, daku bandora xwe hebe di xurtkirina hewlên hevbeş ên di
navbera Bexda û Washingtonê de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

