Barrack:Mezlûm Ebdî û HSDê di demên zehmet de alîkariya Amerîka kir
Kurdistan 04:31 PM - 2026-08-22
North Press Agency
Balyozê Amerîka li Turkiyê û Nûnerê Taybet yê Amerîka yê li Sûriyeyê Tom Barrack
Balyozê Amerîka li
Turkiyê û Nûnerê Taybet yê Amerîka yê li Sûriyeyê Tom Barrack ragihand ku
pêvajoya Tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav hikûmeta Sûriyê de li
ser asta leşkerî pêşketin bi dest xistiye,lê pirsgirêkên siyasî û perwerdehî
yên derbarê pirsgirêka Kurd hîna jî çaresernekirî ne, û tekez kir ku Washington
li ser çareserkirina wan xebata xwe didomîne.
Barrack:Washington berdewame li ser çareserkirina pirsgirêkên siyasî û perwerdehî di navbera aliyê kurd û Hikûmeta Semkî ya Sûriyê de.
Ev yek di
hevpeyvîneke vîdyoyî de ku Barak duh roja Înê bi şîrovekar Mario Noval re da,
hat; Barrack li ser pêşeroja Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD û rewşa Kurdan li
Sûriyê, her wiha gefên ji aliyê DAIŞê ve, peywendiyên Sûrî-Îsraîlê û pêşeroja
siyasî û aborî ya Sûriyê nirxnd û got:General Mazlûm hilweşandina Hêzên Sûriya
Demokratîk û tevlîbûna tevahî, li ser bingehek leşkerî, ya bakurê rojhilatê
Kurdan ragihand, û aşkere kir ku em hîna jî li ser aliyên siyasî û perwerdehî kar
dikin lê hindek pêşketin di wê aliyê de hene.
Barrack:Şervanên HSDê di salên operasyonên li dijî DAIŞê de li kêleka hêzên Amerîkî şer kirine.
Tom Barrack dazanîn ku pêvajoya tevlîbûna HSDê bi taybetî hestyar
e, ji ber têkiliya ku di navbera hêzên Kurdî û Amerîka de di şerê li dijî DAIŞê
de pêş ket, û destnîşan kir ku şervanên HSDê di salên operasyonên li dijî DAIŞê
de li kêleka hêzên Amerîkî şer kirine.
Barrack: HSD û Kurd wek dost û hevalbendên Amerîka ne
Barrack HSD û
Kurdan wek dost û hevalbendên Amerîka bi nav kir, û got:Mezlûm Ebdî, ku wî ew
wek generalekî bêhempa bi nav kir, di serdemeke pir dijwar de alîkariya Amerîka
kir.
Barrack:Nêzîkî 9 hezar û 400 endamên rêxistinê di zîndanên navxweyî yên Sûriyê de hene
Barrack her wiha
pêşeroja HSDê bi gefên berdewam Yên DAIŞê li Sûriyê ve girêda û destnîşan kir
ku nêzîkî 9 hezar û 400 endamên rêxistinê di zîndanên navxweyî yên welêt de hene
û got:Ev girtî di bin rêkarên yasayî yên zelal de nînin, û stratejiyeke
demdirêj ji bo çareserkirina doza wan tune ye, û hişyarî da ku rêxistin hewl
dide ji bê aramiyê sûd werbigire û hebûna xwe li Sûriyê ji nû ve ava bike.
Tom Barrack:Di rûbirûbûna DAIŞê de di navbera Turkiye, Îsraîl û Sûriyê de hemahengî heye
Di dawiyê de Barrack
aşkere kir ku Amerîka di çarçoveya HSDê de di şerê li dijî DAIŞê de bi hêzên
Kurdî re kar kir, di heman demê de Turkiye li ser sînorê xwe yê bi bakurê
rojhilatê Sûriyê re li rêkeftinên ewlehiyê digeriya.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09 Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
09:44 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

