Vîrûsa herî kujer di dîroka Kongo de ku heya niha 2325 kes mirine
Cîhan 02:30 PM - 2026-08-22
Ajans
Vîrûsa Ebola li Kongo
Vîrûsa Ebola di sê mehan de zêdetirî 2 hezar kes kuştine û
bi lez û bez dibe şewba herî kujer ya ku li Komara Demokratîk ya Kongoyê hatiye
tomar kirin,vîrus, ku ji heyva Gulanê ve bi lez û bez belav bûye, hîna jî
derman yan vakslêdan tune ye.
Li gorî amarên hikûmetê, şewba li yek ji herêmên herî metirsîdar
yên Kongoyê, bi 4 hezar û 945 halet û 2 hezar û 325 mirinan, bûye şewba Ebolayê
ya ku herî zû mezin dibe heta niha.
Şewba Ebolayê ku di heyva Gulanê de derket û bi lez bû
sedema mirinê, 17.emîn şewba ku li Komara Demokratîk ya Kongoyê dide,vîrusa nû
berê xwe daye şewba salên 2018-2020.an, ku 3 hezar û 481 halet û 2 hezar û 299
mirin tomar kiribû.
Agahiyên herî dawî nîşan didin ku di 24 demjimêrên dawî de
101 haletên nû û 33 mirin hatine ragihandin û zêdetirî hezar kes baş bûne, di
heman demê de 730 kes hîna jî di nexweşxaneyan yan jî di karantînayê de ne.
Ji aliyê xwe ve,Rêxistina
Tendurustiyê ya Cîhanî (WHO) dest bi şandina 70 hezar derziyên vaksîna
"Ervebo" kiriye û di gava yekem de 16 hezar derzî gihîştine Kongoyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

