Nirxê petrolê cîgir bû
Aborî 10:07 AM - 2026-08-20
PUKMEDIA
Petrol
Îro roja Pêncşemê di destpêkê danûstandinên li Asyayê de,
bihayên petrolê piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa sepandina qedexeyên
aborî yên tundir li ser Îranê xwar, li cihê xwe man.
Bihayên petrola xav nêzîkî asta xwe ya herî bilind a di
mehekê de bûn û ji bo pênc rûniştinên li pey hev qezenc tomar kirin, ev yek jî
di nava berdewamiya aloziyên li Tengava Hurmizê de ye bêyî hebûna nîşanên aramkirina
rewşê.
Girêbestên pêşerojê yên petrola xav a Brêntê bi rêjeya %0.25
zêde bûn û gihîştin 91.85 dolarî ji bo her bermîlekê, di heman demê de
girêbestên pêşerojê yên petrola xav a Teksasa Rojavayî (WTI) bi rêjeya %0.15
zêde bûn û bûn 84.52 dolar ji bo her bermîlekê.
Bazaran xwe ji bo rûbirûbûnekî dem dirêj li Tengava Hurmuzê
amade kir, ev yek piştî daxuyaniya Trump hate ku got Waşînton dê tedbîrên aborî
yên tundir li ser Îranê bisepîne.
Trump hûrgiliyên van qedexeyên nû eşkere nekir, lêbelê wî
bang li hevalbendên Amerîkayê kir ku tevlî vê pêngavê bibin û hişyarî da her
welatê ku bazirganiyê bi Îranê re bike, û planên xwe wekî "çalakiya aborî
ya herî binavûdeng û qirkirinê ya ku li dijî her welatekî di dîrokê de hatine
girtin" pênase kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

