Trump: Îro ez rêkarê aborî ya herî tund radigihînim
Cîhan 09:20 AM - 2026-08-20
PUKMEDIA
Donald Trump serokê Amerîkayê
Donald Trump ragihand: Tehranê derfeta gihîştina bi
rêkeftinekê ji dest daye û Waşîntonê dest bi şerekî aborî û sepandina dorpêçeke
bê hempa li ser Îranê kiriye.
Donald Trump, Serokê Amerîkayê li ser tora civakî ya Social
Truth ragihand: Me derfeteke mezin da Îranê ji bo ku bigihîjin rêkeftinekê, lê
Tehranê sûd ji wê derfetê wernegirt û îro ez tedbîra aborî ya herî tund di
dîrokê de radigihînim ku heta niha li dijî ti welatekî nehatiye girtin, tekez
jî kir ew tedbîrên nû ev in: Şerekî aborî û sepandina dorpêçê li ser astekî ku
berê mînaka wî nebûye, û da zanîn ku tiwaneya leşkerî yên Îranê rastî derbeyên
mezin hatine û aboriya welat jî di rewşeke dijwar de ye.
Di heman demê de, Trump hişyariyeke tund da ew welatên ku
alîkariya Tehranê dikin û ragihand: Her welatek ku rê bide saziyên darayî, kampanî,
balafirgeh an aliyên hikûmî ku alîkariya xizmetguzariyê ji bo Îranê peyda
bikin, ew ê rûbirûyî encamên aborî yên pir giran bibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

