Gul:Yasaya Çarçove deriyek nû ji bo çareserkirina pirsa Kurd vekir
Cîhan 11:33 PM - 2026-08-18
Son Dakika
11.ehemînSerokkomarê berê Ebdullah Gul
Serokomarê
berê Ebdulah Gul ragihand ku Yasaya Çarçove (Yasaya Xurtkirina Hevgirtina
Neteweyî û Yekbûna Civakî)deriyekî nû di çareserkirina pirsgirêka Kurd Turkiyê de
vekir.
11.ehemînSerokkomarê
berê Ebdullah Gul, li ser Yasaya Çarçove (Yasaya Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî
û Yekbûna Civakî) ya ku bi erêkirina Serokkomar Recep Tayîp Erdogan di rojnameya
fermî de hatiye weşandin, şîrove kir û diyar kir ku ew deriyek nû di çareseriya
pirsgirêka Kurd de, ku yek ji pirsgirêkên girîng yên dîroka Komara me ye,
vedike.
Ebdulah Gul
di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: Yasaya Çarçove
(Yasaya Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî)ku îro bi erêkirina
Serokkomar di Rojnameya Fermî de hat weşandin, di çareseriya pirsgirêka Kurd
de, ku yek ji pirsgirêkên girîng yên dîroka Komara me ye, deriyek nû vekir.
Ez
serokên siyasî, bi taybetî Serokomar Recep Tayîp Erdogan û Serokê MHPê Devlet
Bahçelî pîroz dikim ku ev gava wêrek avêtin, û her wiha berpirsên dewletê yên
ku zemîna vê peymanê amade kirin û got: Ez hêvî dikim ku ev yasa ji bo Turkiyê sûdmend
be ku min her tim baweriya xwe bi wê yekê aniye ku tiştên baş dê rû bide.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

