10 Mîlyon dolar ji bo vegera koçberan hatiye veqetandin
Êraq 03:58 PM - 2026-08-18
Ajans
Kampek ya koçberan
Wezareta Koç û
Koçberan a Îraqê bi hemahengiya ajanseke Koreyî ji bo hemahengiya navneteweyî û
bernameya pêşxistinê ya Neteweyên Yekbûyî, destpêşxeriyeke nû bi qasî 10 mîlyon
dolarî ji bo dabînkirina çareseriya aramiyê ji bo koçberên navxweyî îmze kir.
Nûnerê bernameya
pêşxistinê ya Neteweyên Yekbûyî Tîton Mîtra, da xuyakirin ku destpêşxerî dê
beşdar bibe di baştirbûna binesaziya civakî û baştirkirina cihên niştecihbûnê û
guncandina wan bi guhertinên avûhewayê re, ligel xurtkirina kapasîteyên
navxweyî di avakirina aştiyê û dûrketina ji aloziyan de.
Ev destpêşxeriya nû di
çarçoveya hemahengî û hevkariya di navbera Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê,
Ajanseya Korî ji bo Hemahengiya Navneteweyî û Bernameya Pêşxistinê ya Neteweyên
Yekbûyî de tê cîbicîkirin.
Proje bi qasî 10
mîlyon dolarî ji bo heyama pênc salan berdewam dike û armanca sereke piştgiriya
zêdetirî 18 hezar kesiye ji koçber û vegeriyayên parêzgehên Enbar, Selahedîn,
Neynewa û Kerkûkê ye, di heman demê de kar ji bo baştirkirina binesaziya
civakî, cihê niştecihbûnê û xurtkirina kapasîteyên navxweyî dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

