Li Silêmaniyê çendîn projeyên xizmetguzarî dikevin warê cîbicîkirinê
Kurdistan 03:54 PM - 2026-08-17
Ragihandina Şaredariya Silêmaniyê
Yek ji Projeyan
Sibeha îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026an, Seroka Şaredariya
Silêmaniyê Leyla Elî, tevî Alîkarê Serok, berpirsê projeyan, nexşesazî û
dîzaynê, berpirsê kolana 100 metreyî û komek ji endazyarên serpereştên
projeyan, rêze serdanên meydanî ji bo çend projeiyên xizmetguzarî û binesaziyê
yên giring li bajarê Silêmaniyê pêk anîn.
Armanca serdanan, şopandina rasterast a asta pêşveçûna karan
û naskirina astengiyên li pêşiya cîbicîkirina projeyan û hewlên ji bo lezkirina
temamkirina wan bû. Di dema serdanan de rewşa cîbicîkirina her yek ji projeyan
bi hûrgilî hate nirxandin û ligel tîmên endazyarî û serpereşt re gotûbêj li ser
pêdiviyan û çareserkirina astengiyan hate kirin, ji bo ku kar bi lez û bi kalîteyeke
çêtir bên temamkirin û bixin xizmeta welatiyan.
Beşek ji wan projeyên ku ji aliyê seroka şaredariyê û tîma
pê re ku hatine şopandin:
-Nirxandina rewşa du saydên kolana Şarbajêr ji li çerxrêya
jêr tunêla Pêşrew ve ber bi kolana sereke ya parka Hewarî Şar ve bi mebesta ji
nû ve qîrkirinê di rojên pêş de.
-Berfirehkirina aliyê rastê yê kolana Hewarî Şar, ji
yekterbirra kolana Şarbajêr ve, ji bo yekxistina kolana Hewarî Şar û
çareserkirina pirsgirêka zivirînûka kolanê.
-Projeya berfirehkirina her du aliyên cadeya 100 metrî ya
Hewarî Şar.
-Nirxandina ji nêzîk ve ya cih û dîzayna çerxrêya li ber
Hôtêla Tîtanîk ku di pêşerojeke nêzîk de dikeve warê cîbicîkirinê ku tevgera
otomobîlan li ser cadeya bazineyî ya Melîk Mehmûd serbest dike û taxên Tuymelîk
û kolana li ber Çavîland bi xwe ve girê dide.
-Şopandina cihê çêkirina pirra karebayî ya derbasbûna ya
peyayan li ber Dadgeha Silêmaniyê.
-Nirxandina şêwaz û qonaxa karê li ser rêyên (2, 4, 6) ku
projeya cadeya 100 metreyî bi navenda bajarê Silêmaniyê ve girê dide, bi
taybetî çareserkirin û rakirina wan astengiyên ku li pêşiya projeyê hene, ku
hinek ji wan peywendiya wan bi welatiyan re heye û hinek jî bi hevahengiya
zêdetir a fermangehên peywendîdar re heye.
-Projeya konkrêtkirin û kişandina kirbstonan ji bo beşekî ji
kolanên (20) yên taxa Çarçira ku ketiye warê cîbicîkirinê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

