Îro diqede.. Tehran: Moleta 60 rojî di têgihiştinê bi Washingtonê re tune ye

Cîhan 02:32 PM - 2026-08-17
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê IRNA

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê

Îran Amerîka Tengava Hormiz

Wezareta Derve ya Îranê eşkere kir ku yadaşta têgihiştinê ya bi Amerîkayê re moleta 60 rojî di nava xwe de nagire.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê (Îsmaîl Beqayî), di civîna xwe ya çapemeniyê ya îro Duşemê de ragihand ku yadaşta têgihiştinê ya Îslamabadê tiştekî bi navê moleta 60 rojan di nava xwe de nagire.

Beqayî got: Îran biryarên xwe li ser bingeha tiştên wekî hişyarî an jî moletên diyarkirî nagire, û biryar wisa bû ku em di nava 60 rojan de li ser mijarên wekî dosyaya atomî danûstandinan bikin, lê li ber ronahiya binpêkirina yadaşta têgihiştinê ji aliyê Amerîka ve, êdî behskirina moleta 60 rojan nema ye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê her wiha da zanîn ku: Ji ber binpêkirina eşkere û berfireh a rêkeftinê ya ku di 18ê Hezîranê de ji aliyê Amerîkayê ve hatiye îmzekirin, piştî çend hefteyan ji îmzekirina wê tu danûstandin dest pê nekirin, û ji ber vê yekê mijara moleta 60 rojan bi tevahî wateya xwe winda kiriye.

Got jî: "Têkiliyên me yên berdewam bi Qeterê re hene ku di hewlên aramkirinê yên niha de roleke bandordar dilîze," û da zanîn ku "sedema dirêjbûna danûstandinên bi Mesqetê re pirrjimarîbûna aliyên peywendîdar e û hewldana hin aliyan e ji bo têkbirina pêvajoyê."

Raporan da xuyakirin ku ew moleta ku di yadaştnameya têgihiştinê ya di navbera Amerîka û Îranê de ku bi navê "Têgihiştinê Îslamabadê" tê naskirin, hatiye diyarkirin, îro Duşemê bi dawî dibe.

Her du aliyan ev yadaştnameye di 17ê Hezîrana 2026an de wekî çarçoveyekê ji bo rawestandina rûbirûbûna leşkerî û vekirina rêçikeke danûstandinê li ser dosyayên mijarên bi nakok, di serî de Bernameya atomî ya Îranê, sizayên Amerîkî û azadiya keştevaniyê, îmze kiribûn.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket