Serkewt Zekî: Nûkirina peykerê Yekîtî amadekariyeke ji bo hilbijartinê û xurtkirina rêxistinan
Kurdistan 12:49 PM - 2026-08-17
PUKMEDIA
Serkewt Zekî
Serkewt Zekî radigihîne: Piştî serketinên hilbijartinê û
kongreyê, Yekîtî proseyeke giştî ji bo ji nû ve rêxistinkirin û nûjenkirina
peykera xwe ya rêxistinî destpê kiriye. Armanca van guhertinan jî xurtkirina rêxistin,
amadekariya ji bo hilbijartinan û lihevhatina partiyê bi prensîbên sosyal
demokrat û daxwazên civakê re ye.
Serkewt Zekî, endamê Buroya Siyasî û berpirsê Melbenda
Silêmaniyê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, di hevpeyvîneke ku li beşa
hevpeyvînan a PUKMEDIAyê de hatiye belavkirin, diyar kir: Yekîtî proseyeke giştî
ji bo rêxistinkirin û nûjenkirina peykera xwe ya rêxistinî li ser bingeha
guhertinên piştî sala 2021ê û serketinên YNK yên di kongre û hilbijartinan de
destpê kiriye.
Biryara dawî derbarê peykera nû de piştî rêze-konferansên
navxweyî û civîna du rojî ya Qeleçiwalan hatiye dayîn.
Ragihand: Guhertinan hinek mekteb girtine nav xwe, bi
awayekî ku hejmarek mekteb hatine hilweşandin û di nava Buroya Karên Rêxistinî
de hatine komkirin. Di heman demê de navend li ser asta parêzgeh û rêveberiyên
xweser hatine danîn, her wiha komîte jî ji aliyê mezinahî û desthilatdariyê ve
bûne mîna navendên berê.
Hemû dosyayên (civakî, karên hikûmetê û rêxistinên
demokratîk) hatine nava heykela navend û komîteyan. Herwiha peykera nû li gorî
prensîbên sosyal demokratiya cîhanî ye û bi berçavgirtina taybetmendiyên civaka
kurd hatiye dariştin.
Serkewt Zekî da xuyakirin jî: Di guhertinan de berçavgirtina
jêhatîbûnê û pêkhateyên olî û neteweyî yên navçeyan (wek Xiristiyanên li
Silêmaniyê û pêkhateyên li Kerkûkê) hatiye kirin û danûstandin bi koçberan re
wekî mêvan tê kirin û xebata rêxistinî di nava wan de nayê kirin, ji ber ku
deng û erdnîgariya wan a rastîn aîdî navçeyên wan bixwe ye.
Wî da zanîn: Komkirin û arastekirina hemû çavkaniyên mirovî
yên Yekîtiyê di rêxistinên xurtir de, pêngaveke rasteraste ji bo serketinê di
pêşbaziyên demokratîk û hilbijartinan de. Herwiha em tekez dikin ku xebata
partizaniyê çalakiyeke dilxwazî û fedekarî ye ji bo bidestxistina armancên
siyasî, ne ku amûrek e ji bo dabînkirina mûçeyan û cîgirê saziyên hikûmetê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
09:44 AM - 2026-10-09
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
11:22 PM - 2026-10-08
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

