Qeterê girtina sê pîlotên Îranî red dike
Cîhan 12:46 PM - 2026-08-16
Ragihandina Artêşa Îranê
Firokeya bomb avêjê yê Îranê
Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê wan nûçeyan red dike ku
dibêjin sê pîlotên Îranî li welatê wî hatine girtin û radigihîne ku tenê
cenazeyê pîlotekî hatiye dîtin û Qeterê amadebûna xwe ji bo radestkirina wî
aniye ziman, lê Tehranê heta niha bersiv nedaye.
Macid Muhemed El-Ensarî Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê,
li ser tora civakî X belav kir: Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê cenazeyê yekî ji
pîlotan dîtine û tavilê peywendî bi Tehranê re kiriye ji bo hevrêziyê li ser
radestkirina cenazeyê wî.
Wî her wiha ragihand: Îranê heta niha bersiva bangewaziyê
nedaye ji bo pêdaçûna bi hûrgiliyên bûyerê û operasyonên pêwendîdar.
Ev redkirina Qeterê piştî îdiayên Tehranê tê ku dibêjin di
operasyona 2yê Adarê de, sê pîlot dema ku balafirên wan ji aliyê parastina
ezmanî ve hatine xistin rizgar bûne, lê piştre ji aliyê hêzên Qeterî ve hatine
girtin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

