Hêzên Dijî Terorê terorîstekî daxwazkirî girtin
Kurdistan 09:48 PM - 2026-08-15
Ragihandina Dijî Terorê
Wêneyê Terorîstê girtî
Di daxuyaniyekê de, Hêzên Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê
radigihîne: Di operasyoneke taybet de karîn terorîstê daxwazkirî ku xelkê
Bexdayêye û rûniştvanê bajarê Silêmaniyê ye ku pêşîneya peywendî û karê wî di
nava rêxistina terorîst a DAIŞê de hebû, bigirin.
Naveroka daxuyaniyê:
Piştî bidûvdeçûn û palpişt bi zanyarên îstîxbaratî yên hûr,
hêzên Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê di operasyonekî taybet de karîn terorîstê
daxwazkirî (Qusey Mihemed Şukir Mehmûd) ji dayikbûyê sala 1981ê û xelkê Bexdayê ku pêşîneya
peywendî û karê xwe di nava rêxistina terorîst a DAIŞê de hebû, bigirin.
Li gorî mukirhatinên wî, di sala 2014an de peywendî bi
rêxistina terorîst a DAIŞê re kiriye û serî de di çalakiyên girêdayî mizgeft û
bangawazê de beşdar bûye. Her wiha îtîraf bi wê yekê dike ku li ser destê
kesekî bi navê «Ebû Eyûb» beyieta rêxistinê kiriye û ji bo maweya nêzîkî heft
heta heşt mehan di vî warî de kar kiriye.
Dûre çek dane wî û xistine nava karê pasewaniyê, her wiha
mehane 180 hezar dînaran wekî kefalet wergirtiye.
Her weha piştî rûxana rêxistinê ew ber bi Herêma Kurdistanê
ve reviyaye û li sînorê parêzgeha Silêmaniyê rûniştiye, di niha de ji bo sizadanê
radestî yasayê hatiye kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

