Mekteba Siyasî ya YNK pîrozbahiyê li Mekteba Siyasî ya PDK dike

Kurdistan 08:46 PM - 2026-08-15
Logoya YNK û PDK PUKMEDIA

Logoya YNK û PDK

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), bi boneya 80 saliya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), peyameke pîrozbahiyê arasteyî Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û endam û alîgirên wan dike.

Naveroka peyamê:

Birêz Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê

Bi boneya 80 saliya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, em pîrozbahiyê li we yên rêzdar û li endam û alîgirên we dikin.

Bi vê boneyê, em hêvîdar in ku xebata hemû aliyekî armancên neteweyî û demokratîk bike bingeh ji bo derbaskirina vê rewşa ku rû li Kurdistanê û navçeya me kiriye; bi armanca xurtkirin û rastkirineke berpirsiyarane ya rêrewa ezmûna me de.

Careke din pîroz be

Mekteba Siyasî
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

16/8/2026

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket