Mekteba Ragihandin û Hişyariyê pîrozbahiya erka nû li Dr. Dilpak Tahîr dike
YNK 04:54 PM - 2026-08-24
PUKMEDIA
Wêneyê serdanê
Di çarçoveya serdanên Mekteba Ragihandin û Hişyariyê de ji
bo kesayetiyên rewşenbîr û medyakarên ku di qonaxên cuda de xizmeta gel û (YNK)ê
kirine, pêşîniroya îro Duşemê 24/8/2026`an, şandeke mektebê serdana medyakara dêrîn
a kurd û YNKê, xanim Dr. Dilpak Tahîr kir.
Di hevdîtinekê de ku berpirsê Encumena Piştgiriyê heval
Westa Resûl û berpirsê berê yê encumenê Hecî Mesîf amade bûn, şanda mektebê
pesnê rola Dr. Dilpak a di karwanê karê medyakariyê de da û silav û rêzên
mekteb û hevalan gihandine wê.
Her di wê hevdîtinê de ku li nûsîngeha Encumena Piştgiriyê
bi rê ve çû, gurzê gulên rêz û dilsoziyê yên mektebê jêre hatin pêşkêşkirin û
pirozbahiya erka nû jî lê hat kirin ku jê re hatiye spartin ku, wekî cîgira
berpirsê Encumena Piştgiriyê hatiye destnîşankirin.
Li hemberî vê yekê, xanim Dr. Dilpak Tahîr spasiya mezin û
pêzanîna xwe ji bo serdana şanda Mekteba Ragihandin û Hişyariyê anî ziman û
serbilindiya xwe bi wê derbaskirina ku medyakareka dêrîn a YNKê bûye dubare
kir, û daxwaz kir ku mekteb û bordên wê hemahengiyeke pêwîst bi encumena wan re
bikin û kar û çalakiyên wê di medyayên YNKê de werin nîşandan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Derbaz Kosret Resûl: Vebijêrka diyalogê bingehê aramiyê ye
08:46 PM - 2026-08-24 -
Heval Rifet Ebdulah nameyeke spasiyê weşand
08:11 PM - 2026-08-24 -
Mekteba Ragihandin û Hişyariyê pîrozbahiya erka nû li Dr. Dilpak Tahîr dike
04:54 PM - 2026-08-24 -
Navenda Derve ya YNK tekezî li yekxistina şiyanên Kurdan dike
03:42 PM - 2026-08-24
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:44 PM - 2026-08-24 Xwendina AI û bernameyên teknolojîk ji bo zanîngehên Kurdistanê tê ragihandin
Mekteba Siyasî: Bila rojbûna Pêxember bibe hêvana xurtkirina ruhê biratiyê
07:57 PM - 2026-08-24
Amadekarî ji bo 9emîn salvegera koça dawiya serok Mam Celal tê kirin
05:08 PM - 2026-08-24
Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî bi serdaneke fermî berê xwe didin Şamê
01:52 PM - 2026-08-24
Tûmenê di dîroka dravê Îranê de asta herî nizim tomar kir
01:27 PM - 2026-08-24
zortrin xwendraw
-
Rakirina sifirên dînara Îraqî û bilindbûna dolar, aboriya Îraqê ber bi ku ve dibe?
Êraq 11:18 AM - 2026-08-24 -
Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 -
Amerîka dorpêçeke "bêhempa" li ser Tehranê disepîne û gefan li aliyên pêre danûstandinan dikin dixwe
Cîhan 10:00 AM - 2026-08-24 -
Amadekarî ji bo 9emîn salvegera koça dawiya serok Mam Celal tê kirin
Êraq 05:08 PM - 2026-08-24 -
Heval Rifet Ebdulah nameyeke spasiyê weşand
Kurdistan 08:11 PM - 2026-08-24 -
Hejmara 188 an ya heftaneya dîjîtal ya Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:31 AM - 2026-08-24 -
Tûmenê di dîroka dravê Îranê de asta herî nizim tomar kir
Cîhan 01:27 PM - 2026-08-24 -
Navenda Derve ya YNK tekezî li yekxistina şiyanên Kurdan dike
YNK 03:42 PM - 2026-08-24






Aplîkêşin

