Li Silêmaniyê du çalakiyên wêjeyî û werzişî yekem care tên lidarxistin
Kurdistan 01:28 PM - 2026-08-15
PUKMEDIA
Herdu Pêşangehên Silêmaniyê
Li Silêmaniyê cara yekeme du çalakiyên wêjeyî û werzişî birêve
diçin, ku ya yekem pêşangeheke pirtûkên kurdiye û bo dema 10 rojan berdewam
dike, ya duyem jî çalakiya werzê nû ya xula stêrên Îraqê ye, ku li yarîgeha
yaneya Newrozê ye û bi beşdariya 20 yaneyên cuda ji bo dema 38 hefteyan
berdewam dike, beşdarbûyî jî van çalakiyan bi pir biha binav dikin.
Yekemîn Pêşangeha Kurdî hat vekirinÇalakiya yekem ku di roja 13yê 8ê 2026an de hatiye vekirin, yekemîn pêşangeha pirtûkên kurdî ye bi navê (Pirtûka kurdî ziman û nasnameye) û li Famlî Mola Silêmaniyê bi rê ve diçe, ku bo dema 10 rojan dê berdewam bike, wate ji 13yê heta 22yê 8ê 2026an, di demjimêr 11ê sibê de heta 11ê şevê her roj vekiriye, pêşangeh çendîn pirtûk di warên wêjeyî û çîrok û roman û dîrokî de di nav xwe de digire.
Di heman demê de, pêşangeh bi beşdariya 45 dezgehên bajarên Kurdistanê bi rê ve diçe, ku armanca jê ji bo zêdetir naskirin û belavkirina pirtûk û nivîsên nivîskarên kurd e.
Bi daşkandin pirtûkên kevin tên nimayîş kirinDi barê birêveçûna pêşangehê de, mamostayê Zankoya Polîtêknîkî ya Silêmaniyê Dr. Karzan Mihemed ji PUKMEDIAyê re ragihand: Ez kêfxweş im ku pêşangeheke di wê şêwazê de li paytexta rewşenbîriyê li Silêmaniyê tê vekirin û ku pirtûkên pir baş di nav xwe de girtine û nirxên wan jî erzan in.
Her wiha ragihand: Pêşangeha ku taybet e bi pirtûkên kurdî di hemû waran de, derfeteke zêdetir ji bo xwînerê kurd diafirîne, ku pirtûka dilxwaziya xwe tê de bi dest bixin.
Wera nû ya xula stêrkên Îraqê ji bo dema 38 hefteyan berdewam dike
Ji aliyekî din ve, her li Silêmaniyê werza nû ya xula stêrkên Îraqê ji bo sala 2026 – 2027`an li yarîgeha yaneya Newroz dest pê kir, ku bi beşdariya 20 yaneyên cuda ji bo demê 38 hefteyan berdewam dike.
Hawar Mela Mihemed: Xula Îraqê li Silêmaniyê cihê kêfxweşiyê yeLîstikvanê berê yê hilbijardeya Îraqê Hawar Mela Mihemed jî got: Destpêkirina xula Îraqê li Silêmaniyê cihê kêfxweşiyê ye. Her wiha ragihand: Girîngiya Yekîtiya Topa Pê ya Îraqê bi yaneyên Kurdistanê cihê serbilindiyê ye. Zelal jî kir ku: Topa pê li Îraqê pêşketineke baş bi dest xistiye.
Beşdarvan bi cilên kurdî beşdar bûnBeşek ji hevnîştimaniyan bi cilûbergên kurdî ji bajarên cuda ên Kurdistanê û her wiha ji bajarên din ên Îraqê û hinek ji welatên Ewropayê jî hatibûn bo nava yarîgeha Newrozê da ku rasterast li nava yarîgeha Newrozê û li bajarê Silêmaniyê seyra xula stêrkên Îraqê bikin, ev ji bilî wê beşek ji kesayetiyên siyasî û berpirsên hikûmî û kesên navdar ên warê topa pê li yarîgeha Newrozê amade bûn, ku çend kesayetiyên wan ev in Dr. Hawrê Şêx Daro, Heval Ebûbekir, Yûnis Mehmûd û Hawar Mela Mihemed.
Yarîgeha Newroz zêdetir ji 14 hezar hander di nav xwe de digire
Yarîgeha Newrozê ku di sala 1994an de hatiye damezirandin, yek ji yarîgehên herî nû û pêşketî yên Îraqê û cihê 14 hezar û 500 handeran digire, yaneya Newrozê ji bo şeşem werze ku di xula lutkeya Îraqê de beşdar e û di werza 2021 - 2022 de ji bo yekem car giha xula neyab.
Hêjayê gotinê ye ku ev sêyem care ku ahenga destpêka xula stêrkan li Herêma Kurdistanê tê kirin, ku pêştir di werza 2023 - 2024 de li yarîgeha Zaxo û di werza 2024 - 2025 de li yarîgeha Duhokê hatibû encamdan, lê ev werz bajarê Silêmaniyê mêvandariyê dike, di heman demê de yekemîn pêşangeha kurdî jî, pêştir li bajarê Hewlêrê hatiye vekirin, ji bo yekemîn car jî li Silêmaniyê pêşangeh hatiye vekirin, ku tenê taybet e bi pirtûka kurdî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

