Erdhejeke bi hêz Endonîzya hejandiye
Cîhan 10:01 AM - 2026-08-15
CNN
Dîmenê piştî erdhejê
Erdhejeke bi hêz bi mezinahiya 7.7 li Endonîzyayê rû da û
hişyariya tsunamiyê hate ragihandin.
Piştî ku erdhejeke bi hêz 7.7 li gorî pîvana Richter peravên
rojhilatê Endonîzyayê hejand, ajansên fermî hişyariya tsunamiyê ragihandin û
niştecihên navçeyên peravê neçar kirin ku ber bi cihên bilind ve birevin, di
heman demê de li gorî amûrên destpêkê mirina pênc kesan hatiye piştrastkirin.
Ev erdheja ku di kûrahiyeke kêm de rû daye, rewşeke
tevlîheviyê li bazar û cihên giştî çêkiriye û lerzineke bi hêz li dîwarên
nexweşxaneya bajarokê Maumere yê li girava Flores çêbûye û dîwar qelişîne û
bûye sedema revê ya bi kom a nexweşan, her wiha niştecihên herêmê ber bi cihên
bilind ve çûne, di heman demê de hezar kes neçar kirine ku herî kêm du
kîlometreyan ber bi nava bejahiyê ve biçin.
Berdevkê Ajansa Bûyerên Nexwazir ên Endonîzyayê Berton Suar
Pelita Panjaitan, ragihand: Ji bo diyarkirina qebareya ziyanên madî û giyanî
tîmên rizgarkirinê di pêvajoya komkirina agahiyan de ne û paşlerz berdewam
dikin.
Ajansa Niştimanî ya Rûbirûbûna Karesatan, rênîşandan da
niştecihên bakurê Flores û giravên derdorê ku zû bi zû navçeyên peravê vala
bikin û biçin ew cih û girên ku bilindahiya wan ji 10 metreyan zêdetir e û asta
avê ya deryayê guherîn bi ser de hatiye û di navbera 19 û 30 santîmêtroyan de
pêl hatine tomarkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

