Bîranîna Teqînên Sîba Şêx Xidir û Gir Ezêr
Nêrîn 09:24 PM - 2026-08-14
PUKMEDIA
Emîn Babe Şêx
Bîranîna teqînên Sîba Şêx Xidir û Gir Ezêr ên sala 2007an
Îro em salvegera 19emîn a teqînên Sîba Şêx Xidir û Gir Ezêrê
bibîrtînin, ku... bûye sedema kuştina zêdetirî 700 (heft sed) welatiyên sivîl
li du komalgehên devera Şingalê.
Di rojekî wekî îro de, di 14ê Tebaxa 2007an de, aliyên nayên
naskirin êrîşeke terorîstî ya plankirî li dijî kurdên Êzidî di nava van her du
komplêksan de pêk anîn.
Ev operasyonên terorîstî piştî hilweşandina rejîma Sedam Husên
di sala 2003an de, wekî sêyemîn nîşaneya zelal li ser hebûn û mayîna Êzidiyan
li Îraqê dihatin dîtin.
Di vê bîranîna diltezîn de em di xem û êşên kesûkarên
qurbaniyan de hevpar in, û her wiha ez daxwazê ji Êzidiyan dikim ku di oxira
parastina mafên xwe yên rewa de yekgirtî û yekrêz bin.
Her weha ez daxwazê
ji hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê û hemî qewareyên siyasî û civaka
navneteweyî dikim ku ji bo parastina pêkhateya Êzidî û hemû pêkhateyên din ên
olî hewldanên cidî bikin, da ku parastina wan bê kirin û ewlehî û aramî li
deverên wan bê dabînkirin.
Dr. Emîn Babe Şêx
14ê Tebaxa 2026an
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

