Lijneya Darayî: Wezaretê dest bi amadekirina bûdceya 2027an kiriye

Êraq 06:18 PM - 2026-08-14
Civîneke Lijneya Darayî Malpera Encumena Nûneran

Civîneke Lijneya Darayî

Îraq Budçe

Lijneya Darayî ya Parlamentoya Îraqê ragihand; Wezareta Darayî rasterast dest bi amadekariyên dariştina proje yasaya bûdceya giştî ya sala 2027an kiriye û her wiha aşkere kir ku di hefteya bê de yasaya bexşîn û deynan dê li parlamentoyê bê xwendin.

Endama Lijneya Darayî ya Parlamentoyê Îxlas Dilêmî di daxuyaniyekê de da zanîn ku: Lijneya darayî serdana Serokwezîr kirine û li ser gelek pirsên girîng lihevkirin çêbûye, di nav de şandina proje yasaya bûdceya 2027an di dema xwe ya diyarkirî de bûye.

Her wiha diyar jî kir ku: Wezareta Darayî bi beşdariya Lijneya Darayî, çend wezaretan û nûnerên Herêma Kurdistanê stratejiya bûdceyê amade kiriye.

Dilêmî behsa wê yekê jî kir: Li gorî yasaya rêveberiya darayî, divê heta 15ê Cotmeha îsal proje yasaya bûdce bigihêje parlamentoyê, bi armanca rêkxistina aramiya darayî, diyararkirina bihayê dolar, bihayê bermîla petrolê û mekanîzmên hinardekirinê.

Derbarê damezrandin û mayîndekirina karmendên girêbest dejî, endama Lijneya Darayî got: Ji ber rawestandina hinardekirina petrolê, welat di rewşeke darayî ya dijwar de ye, lê ew hêvîdar in pirsgirêka bilindkirina pileyên û mûçeyên karmendan di nav bûdceya nû de bê çareserkirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike