Wezîrê Petrolê: Hinardeya meha Tebaxê rojane 2 milyon bermîl bûye
Êraq 03:13 PM - 2026-08-14
Ajansa Iraqê
Kongra Rojnamevanî yê Wezîrê Petrolê
Wezîrê Petrolê yê Îraqê ragihand ku, çar keştiyên petrolê
niha petrola xav a Îraqê ji bo hinardekirinê bar dikin, û tekez kir ku hinardeya petrolê ji destpêka meha
Tebaxê ve gihiştiye du milyon bermîlî di rojekê de.
Wezîrê Petrolê Basim Mihemed Xizêr, di konfêranseke
rojnamevanî de ku îro roja Înê li Besrayê li dar xist, got: "Wezaret di
cîbicîkirina projeyên xizmetguzarî û civakî li herêmên petrolî de, bi hevrêziya
bi hikûmeta xwecihî û parlamenterên parêzgeha Besrayê re berdewam e", û da
xuyakirin ku "veberhênana di samanên petrol û gazê de bi cîbicîkirina
projeyên ku xizmeta niştecihên herêmên derdorê zeviyan dikin re tê
meşandin."
Wezîrê Petrolê tekez kir ku "Wezareta Petrolê armanc
dike ku gihîştina bi xwe-têrkirina gazê û zêdekirina kapasîteyên hilberînê di
asta hilberîn û hinardekirinê de pêk bîne", û diyar kir ku "stasyona
çareserkirina navendî ya gazê ku îro li zeviya Feyhayê hate vekirin, kapasîteya
wê 130 milyon pêçên sêgoşe yên pîvanî di rojekê de ye, di dema ku kapasîteya petrolî
ya zeviyê 100 hezar bermîl di rojekê de ye."
Derbarê hinardeya petrolê de, Xizêr got: "Gotûbêj bi
aliyên peywendîdar re berdewam in", û amaje bi "hebûna çar keştiyên petrolê
kir ku petrola xav hildigirin, û ku hinardeyê ji destpêka mehê ve bi rêjeya du
milyon bermîlî bûye, di dema ku hinardeya meha heftem gihîştibû nêzîkî 49
milyon bermîlî", û da xuyakirin ku "zêdetirî 85 ji sedî yê budçeyê
dispêre hinardekirinapetrolê.
Derbarê torên lûleyan de, Wezîrê Petrolê diyar kir ku
"hevpeymaniyek ku kompaniya Chevron û kompaniya UCC ya Qeterî dihewîne, dê
lûleyekê ji Besrayê heta Fîşxabûrê cîbicî bike, ligel xetekê ku ji Hedîseyê
heta Banyasê dirêj dibe", û destnîşan kir ku "stratejiya wezaretê û
hikûmetê li ser pirjimariya deriyên hinardekirinê disekine, ligel mayîna
Tengava Hormizê wekî yek ji deriyên girîng, ji bilî xeta Ceyhanê."
Wî tekez kir ku "proseya xeta Basra – Fîşxabûr dê
gihîştina petrolê ji hemû refîneriyan re peyda bike, û piştre mezinbûna
hinardekirinê bi riya Ceyhanê, ji bilî Banyasê", û da xuyakirin ku
"proje kevn e, lê ji ber şert û mercên darayî hatibû rawestandin, û
wezaret di cîbicîkirina wê de berdewam e ligel projeyên din ji bo nûvekirina
binesaziya hilberîn û hinardekirinê û mezinkirina dahatên darayî û kişandina
hêza kar."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

