Mezlûm Ebdî rewşa Serêkaniyê bi şandeya hikumeta veguhêz re gotûbêj kir
Kurdistan 10:01 AM - 2026-08-14
Ajans
Mezlûm Ebdî û Nûnerê Hikûmeta Veguhêz
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê Mezlûm
Ebdî bi şandeya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re rewşa koçberên ji Serêkaniyê û
êrişên li ser karwanê koçberan gotûbêj kir.
Mezlûm Ebdî bi nûnerê Koma Serokomariyê ya şopandina
peymana 29`ê Çileyê û parêzgarê Dêrazorê Ziyad El Ayîş û Fermandarê Feyleqa
2‘yemîn Ewad El Casim re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de rewşa koçberên Serêkaniyê yên vedigeriyan
warê xwe, êrişên li ser wan hatine kirine û girîngiya kontrokirina ewlehiyê û
parastina sivîlan gotûbêj kirin û behsa girîngiya hesabpirsîna ji êrişkaran
vegotin.
Mezlûm Ebdî derbarê hevdîtinê de ragihand: Ez bi
pêşwaziya nûnerê serokatiyê Ziyad El Ayîş û Fermandarê Feyleqa 2‘yemîn birêz
Ewad El Casim kêfxweş bûm. Di serdanê de me behsa gelek dosya û dozên girîng ên
têkildarî ewlehî û istiqrara bajarê Hesekê, çareserkirina êrişên li ser saziyên
dewletê, dozên koçberên sivîl, her wiha lezandin û temamkirina entegrasyonê
kirin.
Ebdî got jî: Me li ser gelek çareseriyan li hev kirin, me
atmosfêreke erênî û gavên cidî ber bi çareserkirina van dosyayan hîs kirin ku
bikeve xizmeta ewlehî û aramiya Hesekê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

