Dahata heftiya borî ya Silêmaniyê nêzîkî 8 Milyar Dînar bûye
Kurdistan 09:08 AM - 2026-08-14
PUKMEDIA
Şefafiyet
Dahata Silêmanî ya hefteyekê, ji roja 8/8/2026an heya bi îro
14/8/2026an bi qasî 7 milyar û 959 milyon û 342 hezar û 534 dînar bûye.
Malpera şefafiyetê ji bo çavdêrîkirin û rêxistinkirina dahatên nepetrolî yên
Silêmanî, Helebce û herdu rêveberiyên Raperîn û Germiyanê, dahata hefteyekê
ragihand, ku bi awayekî bi qasî 7 milyar û 959 milyon û 342 hezar û 534 dînar
bûye ku ji %82yê dahatê bi awayê nextîne û ji %18 jî bi awayê çek bûye.
Roja 15ê Kanûna 2022an de, piştî 30 salan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser
destê Qubad Talebanî bû xwediyê projeya şefafiyet ya dahat û xerciyan.
Niha hûn dikarin rojane hemû dahatên nepetrolî yên parêzgehên Silêmanî û
Helebce û herdu rêveberiyên serbixwe yên Germiyan û Raperînê ji malpera
şefafiyetê bişopînin.
Li gorî amarên herî dawî yên malpera şefafiyetê www.shafafiat.com , biryare
dahata van cihan her rojê were weşandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

