Parlemanterê YNK çar amûrên şuştina gurçikan bo Çemçemal peyda kirin
Kurdistan 05:58 PM - 2026-08-13
PUKMEDIA
Pola Şehîd Sîrwan Dêreşeyî
Li ser daxwaza parlementerekî fraksiyona Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê YNKê li Encûmena Nûnerên Îraqê, Wezîrê Tenduristiyê razîbûna
xwe ji bo peydakirina çar amûrên pêwîst û girîng ji bo "Navenda Gurçikên
Destkird" a qezaya Çemçemalê da diyarkirin, û her wiha pejirand ku ev
navend bikeve nava "Projeya Niştimanî" ya ji bo şuştina gurçikan.
Endamê Encûmena Nûnerên Îraqê ji fraksiyona Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê Pola Şehîd Sîrwan Dêreşeyî, ji PUKMEDIAyê re
ragihand: "Piştî ku min di 28ê Tîrmeha 2026an de nivîsa daxwaznameya xwe
da Wezîrê Tenduristiyê yê Îraqê ji bo peydakirina çar amûrên nû yên şuştina
gurçikan ji cureya (Fresenius 5008) ji bo Navenda Gurçikên Destkird li qezaya
Çemçemalê, îro Pêncşemê 13ê Tebaxa 2026an, Wezîrê Tenduristiyê razîbûna xwe da
diyarkirin û ew çar amûrên ku min daxwaz kiribûn dê peyda bike."
Her wiha Pola Şehîd Sîrwan Dêreşeyî da zanîn: "Wezîrê
Tenduristiyê yê Îraqê her wiha razîbûna xwe ji bo daxwazeke min a din jî da
diyarkirin ku ev navend bikeve nava Projeya Niştimanî ya ji bo şuştina
gurçikan."
Hêjayî gotinê ye ku nexweşên gurçikan li qezaya Çemçemalê ji
bo peydakirina pêdiviyên xwe neçar bûn biçin Kerkûkê û Silêmaniyê, û ev rewş jî
zext li ser wan çêdikir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

