Navenda Orkestra Rojava kar ji bo parastina ziman û hunera kurdî dike

Hevpeyvîn 02:47 PM - 2026-08-13
Okestraya Zarokan Ajans

Okestraya Zarokan

Rojavayê Kurdistanê

Navenda Orkestrayê ya Rojava li bajarê Qamişloyê saziyeke hunerî û perwerdehiyê ye, armanca wan a sereke eve ku çand û hunerê di nava zarokên Qamişlo û koçberên Rojavayê de bi giştî belav bikin. Navend bi riya perwerdehiya hunerî ya taybet a fêrbûna mûzîkê û hunerên din hewl dide ku behreyên zarokan pêş bixe û hestên neteweyî û çandî li cem wan xurtir bike.
Navenda Orkestrayê, hunerê wekî amrazeke giring dibîne ji bo parastina çand û kelepûra kurdewarî û kar ji bo parastina ziman û hunera kurdî dike. Bi riya perwerdehiya hunerî kar ji bo parastina mîrata hunerî ya resen a civaka kurd li Rojavayê dike.

Rêvebera Navenda Orkestrayê ya Zarokan a li Qamişloyê (Wela Ferman), ji rojnameya "Kurdistana Nwê" re ragihand: Navenda Orkestrayê li Rojavayê Kurdistanê di sala 2016an de hatiye damezrandin û armanca me ya sereke fêrkirina çand û hunerê ye ji zarokên Qamişlo û Rojavayê re bi giştî,em hewl didin bi riya van zarokan çand û hunera kurdî biparêzin û girîngiya wê nîşî hemû aliyan bidin.

Armanca sereke ya navendê perwerdekirina nifşekî nû yê zarokane

Her wiha Wela Ferman got: Armanca sereke ya navendê perwerdekirina nifşekî nû yê zarokên Kurdistanê ye ku bi riya zimanê cîhanî yê mûzîkê karibin behre û şiyanên xwe pêş bixin, mûzîk ne tenê huner e, belkû amrazeke perwerdehiyê û mirovî ye ku dikare jîngeheke berhemdar ji bo zarokên Rojavayê çêbike, di heman demê de bandorên neyînî yên şer û rewşên derûnî yên piştî serhildana gelên Sûriyê di sala 2011an de li ser zarokên Rojavayê kêm bike.

Her wiha dibêje: Hin ji wan zarokên ku li orkestrayê dersên perwerdehiya hunerî û mûzîkê werdigirin, ji koçberên Efrînê ne, ev zarok di encama şerê sala 2018an de rastî diltengiyeke mezin bûne û hest bi tirs û nîgeraniyê dikin, lê ji ber berdewamiya bernameyên hunerî yên orkestrayê û gihîştina wan bi jîngeheke piştgir a kar, karîne bi awayekî berbiçav bandorên şer derbas bikin.

Wela Ferman dibêje: Niha piraniya xwendekarên me çalak in û şiyaneke wan a mezin di warên huner û mûzîkê de heye û beşdarekî çalak in di çalakiyên hunerî de, ev yek nîşana girîngiya hunerê ye di başkirin û parastina tenduristiya derûnî û pêşveçûna civakî de, bi taybetî ji bo zarokên piştî şer û koçberbûna wan li Sûriyê û Rojavayê bi giştî.
Mûzîk ne tenê hunere, belkû amrazeke perwerdehiyî û mirovî ye

Wê got jî: Zarokên keç û kur di temenê 8 heta 15 saliyê de werdigirin, piştî derçûna wan bawername tê dayîn, her wiha bawernameya Navenda Orkestrayê li ser asta Rojavayê pêbawere û xwendekarên me li peymangehên hunerî yên li bajarê Dêrikê û parêzgeha Hesekê hatine wergirtin û dest bi xwendina hunerî kirine. Nêzîkî 15 mamosteyên pispor û taybet me hene, heftêye pênc rojan dersan didin xwendekarên xwe.

Derbarê çalakiyên navendê de, Wela Ferman da zanîn ku bi awayekî berdewam zarok li ser hejmarek ji amûrên cûrbecûr yên mûzîkê û stranbêjiyê meşq û perwerdeyê werdigirin. Ev pêvajoya fêrbûnê bi armanca pêşxistina behreyên hunerî yên zarokane.
Navenda Orkestrayê di gelek konsêrt û fêstîvalên zarokan beşdar bûne

Di dawiyê de da zanîn: Em kêfxweş in ku malbata ew zarok û xwendekaran gelekî alîkar û piştgirê me û zarokên xwe ne, her wiha xwendekarên Navenda Orkestrayê di gelek konsêrt û fêstîvalên zarokan û hunerî de li ser asta Rojavayê beşdariyeke wan a çalak heye, em hêvîdar in ku di pêşerojê de li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê komên xwendekarên orkestrayê beşdarî çalakî û fêstîvalên Kurdistanê mezin bibin.

Hêjayî gotinê ye ku Navenda Orkestrayê ya taybet a bi zarokan li bajarê Qamişloyê, yeke ji saziyên hunerî û perwerdehiyê yên Rojavayê ku rola xwe ya berbiçav di perwerdekirina zarokên bajarê Qamişlo û koçberên Efrîn û Serê Kaniyê de dilîze, her wiha wekî amrazekî ji bo perwerdehiya hunerî û avakirina aştî û aramiyê li navçeyê tê dîtin.

PUKMEDIA/
Kurdistanî Nwê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket