Tora qaçaxçîtiya navneteweyî ya madeyên hişbir li Kerkûkê hatin girtin
Kurdistan 10:58 AM - 2026-08-13
Ragihandina Rêveberiya Karûbarên Madeyên Hişbir li parêzgeha Kerkûkê
Madeyên Hişbir
Rêveberiya Karûbarên Madeyên Hişbir li parêzgeha Kerkûkê,
karî tora qaçaxçîtiya navneteweyî ya madeyên hişbir bigire û dest deyne ser 20
kîlogram madeya hişbir a ji cureyê Marîgwanayê.
Li gorî daxuyaniyeke Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Madeyên
Hişbir û Bandorên Derûnî, ku ser bi Wezareta Navxwe ya Îraqê ve ye, Rêveberiya
Karûbarên Madeyên Hişbir a Kerkûkê karî bi rêya operasyonekî ewlehiyê û bi
hevahengiya ligel aliyên peywendîdar li yek ji welatên cîran, piştî şopandineke
îstixbaratî ya hûr û hevahengiyeke ewlehiyê ya asta bilind, derbeke giran li
torên bazirganî û qaçaxçîtiya madeyên hişbir bixe.
Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin: Encama operasyonê
dest danîna ser 20 kîlogram made û hilweşandina toreke navneteweyî bû ku di
warê bazirganî û qaçaxçîtiya madeyên hişbir de çalak bûn, her wiha pûçkirina
planên wan bû ku armanca wan derbaskirina jehiran û berfirehkirina çalakiyên
wan ên tawankarî bû.
Her wiha hate gotin, ev operasyon berhema hewleke
îstixbaratî ya berdewam û şopandineke hûr a tevgera kesên têkildar bû, heta ku
çalakiya torê hate diyarkirin û endamên wê hatin girtin, ev yek tekeziyeke nû
ye li ser kapasîteya desthilatên pispor ji bo şopandina torên madeyên hişbir û
hilweşandina wan, heta li derveyî sînoran jî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê gera duyemîn a lîstikên cîhanî yên robotan birêve diçe
11:28 PM - 2026-08-24 -
Derbaz Kosret Resûl: Vebijêrka diyalogê bingehê aramiyê ye
08:46 PM - 2026-08-24 -
Heval Rifet Ebdulah nameyeke spasiyê weşand
08:11 PM - 2026-08-24 -
Mekteba Ragihandin û Hişyariyê pîrozbahiya erka nû li Dr. Dilpak Tahîr dike
04:54 PM - 2026-08-24
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:21 AM - 2026-08-25 Ebdî û Îlham Ehmed pirsa tevlîbûna HSD di nav hikûmetê de digel Şeybanî gotûbêj kirin
Amerîkayê Sûriye ji lîsteya terorê derxist
11:04 PM - 2026-08-24
Washington li dijî Îranê kampanyayeke aborî ya berfireh da destpêkirin
10:48 PM - 2026-08-24
Xwendina AI û bernameyên teknolojîk ji bo zanîngehên Kurdistanê tê ragihandin
09:44 PM - 2026-08-24
Mekteba Siyasî: Bila rojbûna Pêxember bibe hêvana xurtkirina ruhê biratiyê
07:57 PM - 2026-08-24
zortrin xwendraw
-
Rakirina sifirên dînara Îraqî û bilindbûna dolar, aboriya Îraqê ber bi ku ve dibe?
Êraq 11:18 AM - 2026-08-24 -
Amerîka dorpêçeke "bêhempa" li ser Tehranê disepîne û gefan li aliyên pêre danûstandinan dikin dixwe
Cîhan 10:00 AM - 2026-08-24 -
Amadekarî ji bo 9emîn salvegera koça dawiya serok Mam Celal tê kirin
Êraq 05:08 PM - 2026-08-24 -
Heval Rifet Ebdulah nameyeke spasiyê weşand
Kurdistan 08:11 PM - 2026-08-24 -
Mekteba Siyasî: Bila rojbûna Pêxember bibe hêvana xurtkirina ruhê biratiyê
Kurdistan 07:57 PM - 2026-08-24 -
Tûmenê di dîroka dravê Îranê de asta herî nizim tomar kir
Cîhan 01:27 PM - 2026-08-24 -
Navenda Derve ya YNK tekezî li yekxistina şiyanên Kurdan dike
YNK 03:42 PM - 2026-08-24 -
Washington li dijî Îranê kampanyayeke aborî ya berfireh da destpêkirin
Cîhan 10:48 PM - 2026-08-24


.png)



Aplîkêşin

