Du projeyên geştiyariyê li Helebce hatin vekirin

Kurdistan 12:57 PM - 2026-08-12
Helebce PUKMEDIA

Helebce

Rêveberiya Giştî ya Geştiyariyê ya Parêzgeha Helebçeyê, di çarçoveya planeke berfireh de ku armanc dike rewşa sektora geştiyariyê pêş bixe û tevgera aborî ya li Herêmê nûjen bike, du projeyên nû vekirin.

Li gorî daxuyaniyekê ku ji aliyê ragihandina rêveberiyê ve hatiye dayîn û PUKMEDIAyê kopiyek jê wergirtiye, du projeyên girîng ên geştiyarî hatin vekiri, ev jî Projeya Kolana Biyare ya geştiyarî û Projeya Kaniya Avê ya ku li ser sînorê bi Îranê re dirêj dibe ne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, Di merasîma vekirinê de gelek berpirsên fermî yên pilebilind amade bûn, di serî de Parêzgara Helebçeyê Nûxşe Nasih, Rêvebera Giştî ya Geştiyariyê ya parêzgehê endezyar Çiya Qasim, ligel hejmarek ji rêveberên giştî û nûnerên rêveberiya xwecihî ya bajarokê Biyareyê.

Amaje bi wê hat kirin ku her du proje bi fînansmana Rêveberiya Giştî ya geştyariyê ya Helebçeyê û di bin çavdêriya rasterast a tîma wê ya teknîkî û endezyariyê de hatine cîbicîkirin. Karên hatine kirin ev in: Sazkirina pergalên ronahîkirina nûjen ji bo her du cihan, peydakirina kursiyan ji bo rûniştina geştiyaran, ji bilî rêkûpêkkirina rêyên meşê û xemilandina herêmê bi kulîlk û gulan da ku cih xweşiktir bibe.

Daxuyanî bi wê yekê bi dawî bû ku, Vekirina van her du projeyan bingeheke girîng û gaveke kalîteyî ye ber bi bilindkirina sektora geştyariyê û pêşxistina binesaziya wê li Helebçeyê ve, her wiha kişandina zêdetir veberhênan û geştiyaran, bi armanca afirandina derfetên kar ên nû û pêkanîna geşepêkeke domdar ji bo xelkê bajêr.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket