Trump: Ji ber gefê min bi dizî firokexaneya serokatiyê li Tirkiyê bi cih hêşt
Cîhan 10:22 AM - 2026-08-12
PUKMEDIA
Serokê Amerîkayê Donald Trump
Serokê Amerîkayê ragihand ku ji ber gefekê bi dizî balafira
serokatiyê li Tirkiyeyê hiştiye û got jî: Çi ji aliyê artêş û îstîxbarata
welatê wî ve bê xwestin, ew ê pêk bîne.
Donald Trump, Serokê Amerîkayê ji bo cara yeke eşkere kir ku
bi dizî ji balafira serokatiyê "Air Force One" li Tirkiyeyê daketiye
û balafira xwe guhertiye, ev yek piştî wê bû ku ji aliyê Dezgeha Parastina
Nihênî û Artêşa Amerîkayê ve hatiye agahdarkirin ku ji ber hebûna gefekê bila
geşta xwe bi balafireke din pêk bîne.Got jî: Çi ji artêş û îstîxbarata welatê
wî bê xwestin, ew ê pêk bîne.
Trump di 7ê tîrmeha 2026an de, bi balafireke nû ya
serokatiyê ku ji aliyê Qeterê ve hatibû pêşkêşkirin, çûbû Enqerê ji bo
beşdarîkirina di lûtkeya NATOyê de, lê di dema cîhêştina welat de bi awayekî
çaverênekirî siwarî balafira kevn a serokatiyê bû. Lê li gorî nûçeyeke kenala
(BBC), Trump bi dizî bi balafireke ji cureya "Air Force C-32A" hatiye
veguhestin û vê yekê guman li ser asta ewlehiya balafira nû çêkir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

