Yasaya Yekgirtina Civakî.. Dawiya xebata çekdarî û çûna nav qonaxa siyasî
Kurdistan 04:57 PM - 2026-08-11
AA
Parlemana Turkiyê
Yasaya (Bihêzkirina Piştevaniya Nîştimanî û Yekgirtina
Civakî), bi dengên 468 parlamenteran hat pejirandin û 88 parlamenteran jî
projebiryar red kirin, yasa ji 12 xalan pêk tê û xwe di radestkirina çekên
gerîllayên PKKê û rakirina beşek ji sizayan de dibîne. Her çiqasî bi awayekî
rasterat behsa pirsa kurd nehatiye kirin jî, lê berpirsên kurd wê wekî
destkeftekî mezin ji bo kurdan bi nav dikin.
Xalên girîng ên yasayê
Yasa ji 12 xalan pêk tê û xala yekem taybet e bi paşxistina lêkolîn û dadghkirinan, ligel paşxistina cîbicîkirina sizayan û wan karên din ku divê werin encamdan, ev jî piştî wê yekê ku dezgehên ewlehiyê piştrast dibin ku çek hatine danîn.
Di xala duyem de, behsa wê yekê tê kirin ku hukmên vê qanûnê ev tawan li xwe digirin: (Avakirin an birêvebirina rêxistina PKK/KCKê, endametiye di rêxistinê de, an bi zanebûn û xwesteka xwe alîkariya rêxistinê kirin û propagandakirina ji bo wê, ew tawanên ku di çarçoveya çalakiyên vê rêxistinê de hatine kirin, her wiha ew tawanên ku di berjewendiya vê rêxistinê de li gorî qanûna pêşîgirtina li dabînkirina darayî (hejmar 6415 li 7.2.2013) hatine rêxistinkirin.
Paşvexistina lêkolîn û dadgehkirinanHer wiha ew tawanên ku berî sala 2005an bi zîndana hetahetayî ya giran an girtina hetahetayî tên siza kirin, di çarçoveya vê qanûnê de bêpar in.
Di heman demê de, ew tawanên ku cezayê wan ji 15 salên girtinê kêmtire, sizayê paşxistina pênc salan li ser wan tê cîbicîkirin, her wiha ew tawanên ku sizayên wan ji 15 salên girtinê zêdetir e, sizayê paşxistina deh salan li ser wan tê cîbicîkirin, piştî wê siza tê hilweşandin.
Rêkarên parastinê û dozên qonaxa pêdeçûnêDi xala çarem de hatiye ku rêkarên wekî girtin û çavdêriya dadwerî ji bo wan tawanên ku biryara paşxistinê wan digire nav xwe, ji aliyê dadgeh û aliyên peywendîdar ve tên nirxandin û eger merc guncaw bin, tên betalkirin.
Radestkirina çekan ji aliyê navxwe û parastinê ve tê birêvebirinHer wiha xala heştem terxankirî ye ji bo radestkirina çek û alavan, ku tevahiya çek, teqemenî, amûr û madeyên teqemenî yên endamên rêxistinê ku tên radestkirin, tên tomarkirin. Ev pêvajo ji aliyê wezaretên navxwe û parastinê ve bi şêwirmendiya ligel dezgehên ewlehiyê tên diyarkirin.
Xala nehan amaje bi demek diyarkirî dike ji bo sûdwergirtina ji vê qanûnê, ku tenê ew kesên ku di dema şeş mehan de piştî belavkirina biryara Encumena Asayişa Neteweyî de, bi nivîskî daxwaznameyê pêşkêşî dozgeriyê an aliyên peywendîdar dikin ji bo sûdwergirtinê ji vê qanûnê, digire nav xwe.
Xalên dawî yên qanûnê, girêdayî aliyê cîbicîkirinê ne ku di roja belavkirina xwe de dikeve warê cîbicîkirinê de û ji aliyê serokkomar ve tên cîbicîkirin.
Qanûn her kesî nagire nav xweLi gorî qanûnê hejmareke zêde ji endamên PKKê dikarin vegerin Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, lêbelê Abdullah Ocalan û serkirdên PKKê qanûn wan nagire nav xwe, ligel wan endamên PKKê yên ku bi kuştinê tên tawanbar kirin, ev jî ji bilî wê yekê ku ew endamên berî sala 2005an bi girtina herdemî hatine sizakirin, qanûn wan nagire nav xwe.
Bersiva rexneyan tê danînHevserokê Kongreya-Gel Remzî Kartal, ji Ajansa Firatê re ragihand: Di nava raya giştî de hinek pirs tên kirin, wekî: Erê Ka, dawî li hemû kar û çalakiyekê hat anîn, têkoşîna çekdarî nema, dewletê çi da, kurdan çi bi dest xist? Kesên ku ji pêvajoyê fam nakin, dibe ku pirsên bi vî rengî bikin. Lê di bingeh de kurd xwedî destkeftekî mezin in.
Ev pêvajo siyasetên înkarkirin û jinavbirinê radiwestîneDi berdewmiya axaftina xwe de Remzî Kartal got jî: Kurd bi avakirina komarê re rûbirûyê siyasetên înkarkirin û jinavbirinê bûn, ev pêvajoya nû, wan mercan diafirîne ku kurd karibin li ser zemîna siyaseta-demokratîk tebikoşin. Yanî ev pêvajo siyasetên înkarkirin û jinavbirinê radiwestîne. Ev pêngava qanûnî, gihîştina vê pirsê bi parlamentoya Turkiyeyê re, kirina bingeh a zemîna siyaseta-demokratîk bi wateya dawîhatina înkarkirin û jinavbirinê tê.
Aştî tenê bi yasayekê nayê afirandinDi heman demê de, Seroka Fraksiyona Dem Partiyê Gulistan Kiliç Koçyegit, ragihand ku qanûn tevî kêmkasiyên xwe jî, destpêkeke ber bi bûn bi komareke demokratîk ve û diyar jî kir ku; Berpirsiyariya me ewe ku em vê destpêkê berfireh bikin. Ji ber ku aştî tenê bi qanûnekê nayê pêkanîn, aştî di hemû waran de bi pêngava demokratîk tê misoger kirin, bi cih anîna biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê, rakirina astengên li ber xwendina bi zimanê kurdî tê misoger kirin. Bi wê yekê ku hemû netewe û bawerî karibin derbirînê ji xwe bikin.
Derfeteke mezin ji bo aramiyê heye
Gulistan Kiliç Koçyegit got jî: Aştî kilîta wê yekê ye ku ciwan karibin bi hêviyê li vî welatî bijîn, jin bigihîjin mafên xwe û aramî çêbibe, derfeteke mezin ji bo aramiyê li pêşiya me ye. Em bawer dikin ku em ê Tirkiyeyeke demokratîk bi hev re ava bikin.
Ev jî di demekê de ye ku Yasaya (Bihêzkirina Piştevaniya Nîştimanî û Yekgirtina Civakî), piştî pejirandina xwe dibe ceribandinek li pêşiya tevahiya aliyên Bakurê Kurdistanê û Turkiyeyê, bi wê yekê ku gelo dikarin di çarçoveya qanûnekê de û bi aştiyanê pirsa kurd çareser bikin, an cîbicîkirina wê astengî ji bo çê dibin, û careke din vedigerin çargoşeya ewil, an di navbera ne aştî û ne şer de dimînin.
Parlemana Turkiyê roja Yekşeme 10/8/2026`an reşnivîsa projeyasaya (Bihêzkirina Piştevaniya Nîştimanî û Yekgirtina Civakî) ya ku ji 12 xalan pêk tê bi piraniya dengan pesend kir û bû yasa.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

