Şandeya YNK: Baştirkirina jiyara xelkê bi erkê xwe dizanîn

Kurdistan 02:59 PM - 2026-08-11
Wêneyê Civînê PUKMEDIA

Wêneyê Civînê

Li baregeha Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li Silêmaniyê, şandeyeke YNKê bi serperiştiya endamê Mekteba Siyasî (Dr. Yûsif Goran) û bi amadebûna (Salar Serhed û Ceza Seyid Mecîd) endamên Serkirdatiyê, pêşwazî li şandeyeke bilind a Tevgera Peywendiya Îslamî ya Kurdistanê kir, bi serokatiya endamê Mekteba Siyasî û berpirsê peywendiyên giştî yên tevgerê (Dr. Ehmed Wertî) û (Mihemed Şarbajêrî, Serbaz Xoşnaw û Goran Nurî) endamên Mekteba Siyasî.

Di civînê de, şandeya YNkê ragihand: Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi erkê xwe dizane ku bixebite ji bo yekxistina nav mala kurd û parastina pêgeh û rola kurd li Îraqê û parastina qewareya herêmê û dabînkirina mafên rewa yên gelê me û baştirkirina jiyara gelê Kurdistanê. Her wiha hate amaje bi wê yekê hat kirin ku ew pirsên ku peywendiya wan bi jiyana rojane ya xelkê û pirsên neteweyî û nîştimanî ve heye, helwesta YNKê sabîte û nayê guhertin.

Di heman demê de hate tekezkirin ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê timî girîngî daye parastina pêgehê hêzên îslamî û peywendî li ser bingeha dostanî û hemahengiya siyasî berdewam kirine.

Li beramber de, şandeya Tevgera Peywendiya Îslamî ya Kurdistanê ragihand: Niha li ser wan pirsên çarenûsaz yên ku peywendiya wan bi jiyana xelkê û paşeroja Kurdistanê û yekrêzî û yekhelwestiya gelê kurd ve heye, tevahiya hêzên siyasî yên Kurdistanê li beramber berpirsiyariyeke exlaqî, siyasî û dîrokî ne.

Di heman demê de her du alî xwazyar bûn ku peywendiyên xwe yên dostane pêş bixin di oxira xurtkirina yekrêzî û tebayiya nav mala kurd de û dabînkirina paşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket