Desteya Çavdêriyê ya Federal pesna Rêbwar Taha dide
Êraq 02:42 PM - 2026-08-11
Nûsîngeha Ragihandinê
Stayîşa Rêbwar Taha
Desteya Giştî ya Çavdêriya Terxankirina Dahatên Federal
pesna Cîgirê yekem yê Parêzgarê Kerkûkê (Rêbwar Teha) dike li beramber çespandina şefafiyetê de.
Desteya Giştî ya Çavdêriya Terxankirina Dahatên Federal a li
Encumena Wezîran a Îraqê, spasiya xwe pêşkêşî cîgirê yekem yê Parêzgarê Kerkûkê
Rêbwar Teha kir, di beramberî hemahengiya berdewam û bersivdana lezgîn a ji bo
nivîsarên desteyê de.
Di nivîsarê de, deste pesnê hewldanên dilsoz ên Rêbwar Taha dide
di dabînkirina zanyarî û datayên darayî û îdarî yên rast de li gorî çarçoveyên
qanûnî yên pesendkirî, ku ev yek jî bûye alîkariyeke bi bandor di serkeftina
karên desteyê de.
Desteyê her wiha tekez li ser wê yekê kiriye ku ev cure
hemahengiye nîşaneya xemxweriyê ye ji bo berjewendiya giştî, û hêvî xwest ku ev
alîkarî berdewam bibe bi armanca pêşxistina karûbarên hikûmî û çespandina
prensîpên şefafiyetê û hikumdariyê di dezgehên dewletê de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

