Li bajarên Rojava xwepêşandan ji bo şermezarkirina êrişên li Serê Kaniyê birêveçûn

Kurdistan 09:17 PM - 2026-08-10
Xwepêşndanên ji bo Serê Kaniyê ANHA

Xwepêşndanên ji bo Serê Kaniyê

Rojavayê Kurdistanê

Li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dêrîk, Til Temir û Dirbêsiyê û Amûdê ji bo şermezarkirina êrişên ku li dijî hejmarek ji koçberên Serê Kaniyê yên ku îro vegeriyabûn bajarê xwe ji aliyê erebên hawirde ve, xelkê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan li dar xistin.

Xwepêşanderan dirûşmên şermezarkirina êrişan bilind kirin, daxwaz ji aliyên têkildar kir ku berpirsiyariya xwe pêk bînin, parastina vegeriyayan misoger bikin, kesên ku êriş kirine siza bikin û mafê koçberan ê vegerandina bi ewlehî bo malên wan piştrast bikin.

Ji aliyê xwe ve Fermandarê Giştî yê HSD‘ê Mazlûm Ebdî êrişa li ser malbatên Serêkaniyê şermezar kir û ragihand ku, ew ji bo parastina koçberên ku vedigerin warê xwe û hesabpirsîna ji kesên destên wan di êrişê de hene dixebitin.

Mezlûm Ebdî li ser platforma "X" ragiand, ew bertekên hêrsbûyî yên li kolana kurdî li dijî êrişê fêm dikin, û di heman demê de bang li gel kir ku bînfirehiyê nîşan bidin û nekevin pey ti karên bêpirsiyar, her wiha saziyên sivîl û ewlehiyê biparêzn.

Mezlûm Ebdî tekezî li ser pêwîstiya misogerkirina mafên her kesî û parastina ewlehî û aramiya herêmê kir.


PUKMEDIA





zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket