Erdhejeke bihêz Kolombiya hejand
Cîhan 06:03 PM - 2026-08-10
USGS
Nexşeya Cihê Erdhejê
Erdhejeke bi hêza 7.4 pileyî li gorî pîvana Richter,
rojavayê Kolombiyayê û beşek ji welatê Ekvador a cîran hejand û ziyaneke mezin
gihişt wan herêman.
Ajansa Associated Press ragihand: Îro di 10ê Tebaxa 2026an
de, erdhejeke bi hêza 7.4 pileyî û di kûrahiya 66 mîl de, rojavayê Kolombiyayê
û beşek ji Ekvadorê hejand û navenda erdhejê li bajarokê (San Jose del Palmal)
a herêma (Choco) bû ku nêzîkî 250 mîl li rojavayê Bogota ya paytexta
Kolombiyayê dûre.
Di heman demê de, parêzgarê Choco (Nubia Cordoba), di
peyameke xwe de li ser torên civakî ragihand: Ji ber erdhejê gelek kes birîndar
bûn û ziyaneke mezin gihiştiye avahiyan.
Ev di demekê de ye ku di dawiya meha Hezîranê de jî du
erdhejan bi hêza 7.2 û 7.5 pileyî Venezuela hejandibûn û ji ber wê sedemê bi
sedan avahî wêran bûn û zêdetirî pênc hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

