Şanda YNK sektora petrolê û krîza sotemeniyê bi wezîrê petrolê re gotûbêj dike

Kurdistan 03:39 PM - 2026-08-10
Wêneyê Civînê Malpera Fraksyona YNK

Wêneyê Civînê

Îraq Petrol

Şandeke bilind a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), îro roja Duşemê, serdana Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Xizêr Ebadî kir û her du aliyan çend mijar û dosyayên girêdayî sektora Petrolê gotûbêj kirin.

Di şandê de Wezîrê Dadê Dr. Xalid Şiwanî, Serokê Lijneya Petrol û Gaz û Çavkaniyên Sirûştî ya Parlamentoyê Herîm Kemal Axa, Cîgirê Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Ehmed Muftî, û Rêveberê Refîneriya Dukanê Saman Fayiq cih digirtin.

Di civînê de, komek mijarên têkildarî sektora Petrolê û her wiha dosyayên ku bala her du aliyan (Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê) dikişînin, hatin gotûbêjkirin.

Her di civînê de, encamên krîza sotemeniyê û rêyên çareserkirina wê hatin nirxandin, ligel gotûbêjkirina çend pirsên din ên ku bi sektora Petrolê ve girêdayî ne, bi armanca xurtkirina hevkarî û hevrêziya di navbera aliyên peywendîdar de.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket