Yekem şikandina terorîstan li Mexmûrê bi destê hêzên Dijî Terorê bû
Kurdistan 10:45 AM - 2026-08-10
PUKMEDIA
Mexmûr
Îro 10/8/2026an, 12 sal di ser re derbas dibin ku hêzên
pêşmerge û Dije Terora Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di destanekî din de
Mexmûr ji destê terorîstên DAÎŞê rizgar kirin û Hewlêr paytexta Herêmê jî ji
dagîrkirinê parastin û ew xelkê ku ji ber tirsa DAÎŞê Hewlêr bicih hêştibû,
vegeriyan. Wê demê jî dijeterorê di daxuyaniyekê de da zanîn: Ji Zaxoyê heta
Xaneqînê, ji Kobaşî heta Kobaniyê, dijeteror xwe berpirsiyar dibîne li hember
xaka Kurdistanê û destanên vê hêzê û şehîdên wê şahidiyê dikin.
Dije Teror: Yekem şikesta terorîstan ji Mexmûrê dest pê
kir
Rêveberiya Giştî ya Dije Terora Kurdistanê (CTG), di
daxuyaniyekê de diyar kir: Tenê çend roj piştî dagîrkirina Şingalê, metirsiya
ketina ser bajarê Hewlêrê çêbû, hêzên Rêveberiya Giştî ya Dije Terorê bûn parastvanê paytextê û karîn di nava
demjimêrek û nîvî de Mexmûr ji terorîstan paqij bikin.
Weke ku Serok Bafil Celal Talebanî amaje pê kir tê gotin: Bi
tenê 88 pêşmergeyên dije terorê karîn Mexmûrê rizgar bikin û ew rêxistina
terorîstî li ser destê xortên dijeterorê tûşî yekem şkesta xwe bû li sînorê
xaka Kurdistanê, di demekê de ku ew rêxistin ji şikandina artêşa du welatan
vegeriyabû.
Reşad Gelalî, cîgirê serokê Navenda Rêxistinên Qereçoxê ya Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê, ji malpera fermî PUKMEDIA re got: Navçeya Mexmûrê piştî dagîrkirina
navçeya Şingalê di sala 2014an de rastî êrîşeke berfireh ji aliyê rêxistina
terorîst DAIŞê ve hat. Ji ber wê daxwaza alîkariyê ji dije terora Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê hat kirin ku hêza xwe bişîne Mexmûrê daku karibin
qezayê ji terorîstên DAÎŞê paqij bikin û Hewlêrê jî ji wê metirsiyê dûr bixin.
Wê demê dije terorê wekî yekem hêz çû nava Mexmûrê û rûbirûyî DAÎŞê bû.
Di roja 7-8-2014an de terorîstên DAÎŞê êrîşî qezaya Mexmûrê
kirin û dagîr kirin, piştî 72 demjimêr û di roja 10-8-2014an de, hêzên dije terora
Yekîtî, pêşmerge û asayîşê di nava saetek û 30 xulek de qezaya Mexmûrê ji
terorîstên Daîşê pakij kirin û ji navçeyê derxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

