Parlamenterek:Çekdanana koman girêdayî vekişîna hêzên biyanî ye
Êraq 04:23 PM - 2026-08-08
Medya
Vekişîna leşkerên Amerîkî
Li gorî rêkeftineke di navbera Amerîka û hevalbendên wê de, hêzên
Amerîkî û yên hevpeymaniyê dê di 30ê Îlona 2026an de ji Îraqê vekişin û
parlementwerekî YNKê jî dibêje:Pêwîste grûpên çekdar di wê heyamê de çekên xwe deynin;eger
na Îraq dê biçe rewşeke ne bar, û dibêje: Bi vekişîna leşkerên biyanî re, Îraq
dê piştgiriya xwe ya lojîstîkî û esmanî winda bike.
Vekişîna leşkerên biyanî qonax bi qonax e
Wezareta Parastinê ya Îraqê di 18ê Çileya 2026.an de got ku koma dawî ya şêwirmendên Amerîkî ji baregeha esmanî ya "Eyn El-Esed" li rojavayê parêzgeha Enbarê derketine ku ev vekişîn piştî wê yekê tê ku leşkerên Amerîkî di sala 2023an de li ser daxwaza hikûmeta Îraqê ji Îraqê vekişiyan, wan di çend salên borî de hêdî hêdî hebûna xwe li Îraqê kêm kirine;li gorî rêkeftina di navbera her du aliyan de, leşkerên biyanî yên dawîn dê di 30ê Îlona 2026an de ji Îraqê vekişin;lê vekişîn bi çekdarkirina komên çekdar ve girêdayî ye, ku hikûmeta Elî Zeydî niha li ser dixebite û ji bo hikûmeta wî bûye pêşîniyek.
Hemû piştgiriyê çekdanana koman dikin
Derbarê çekdanana koman,Mazin Xerîb, endamê parlemena Îraqê ji
fraksiyona YNKê û endamê Komîteya Parastin û Ewlehiyê di daxuyaniyekê de ji
PUKMEDIA re ragihand ku;babeta çekdanana komên çekdar û tenê hebûna çekan di
destê dewletê de mijarek pir girîng emhemû partiyên siyasî û rêvebirîya dewletê
li hev kirine ku heta 30ê Îlona 2026.an,divê ti çek li derveyî hikûmeta Îraqê
nemînin,ev tiştekî pir baş e, ji ber vê yekê divê xalên têkildarî vê mijarê
werin bicîhanîn.
Hebûna hêz û komên çekdar yên biyanî Îraq rû bi rûyê êrîşan kiriye.
Hebûna hêz û komên çekdar yên biyanî li Îraqê û rola wan di pevçûnên herêmê de, Îraq xistiye rewşek nexwestî; ji ber ku Îranê di demên berê de çend caran êrîşî Eyn Esed kiriye, bi taybetî di Kanûna 2020.an de, dema ku wê êrîşeke mûşekî ya balîstîk li ser hêzên Amerîkî li Eyn Esed kir, wekî tolhildanek ji bo êrîşa hewayî ya bi droneke li balafirgeha Bexdayê ku Qasim Silêmanî kuşt;di bersivê de, komên çekdar yên bi navê (Eniya Berxwedanê) gelek êrîş li ser hêzên Amerîkî û Herêma Kurdistanê pêk anîne, û heta bi balafirên bêpîlot êrîşî Îsraîlê kirine, ev yek li Îraqê rewşek bê aramiyê çêkir ku têde hikûmet ti rolek negirt, û niha ku behsa vekişîna leşkerên biyanî tê kirin, tirs hene ku komên çekdar pabendî bêçekbûnê nebin.
Îraq dikeve qonaxeke aloz
Derbarê eger komên çekdar pabend nebin;parlementwerê YNKê dibêje:Ji
ber ku peyman ew e ku bi vekişîna hêzên biyanî re, divê ew kom çekên xwe
deynin, ji ber vê yekê heke hêzên biyanî vekişin; lê eger
komên çekdar pabendî bêçekbûnê nebin, Îraq dê bikeve rewşek dijwar û Îraq dê li
ser asta navneteweyî bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû bimîne.
Piştgiriya lojîstîkî û esmanî ji bo Îraqê dê nemîne
Derbarê bandora vekişîna leşkerên biyanî li ser şiyana hêzên ewlehiyê
de, Mazin Xerîb aşkere kir ku; hevpeymanî niha gelek piştgiriya lojîstîkî
dide Îraqê, bi piranî di warê perwerde û profesyonelkirina saziyên leşkerî de,
ji bilî dabînkirina piştgiriya esmanî ji hêzan re; ji ber vê
yekê, piraniya bombebaranên komên terorîst ji hêla hevpeymaniyê ve têne kirin,
lê piştî vekişîna wan, ev piştgirî winda dibe.
Hêzên Amerîkî zêde û kêm bûne
Hebûna leşkerî ya Amerîkî li Îraqê ji sala 2003.an vir ve diguhere, di
destpêkê de gihîştiye 170 hezar leşkeran, lê di sala 2011.an de, Serokê berê
Barack Obama leşkerên Amerîkî ji welêt vekişand,piştre di sala 2014.an de, ji
ber rewşa ewlehiyê û zêdebûna rêxistina terorîst a DAIŞê, li ser daxwaza
hikûmeta Îraqê nêzîkî 5 hezar leşker ji bo alîkariya Îraqê di şerê li dijî
DAIŞê de ji nû ve hatin şandin, her weha ji heyva Kanûna 2021.an vir ve, dema
ku artêşa Amerîka dawiya rola xwe ya şer li Îraqê ragihand, nêzîkî 2 hezar û 500
leşkerên Amerîkî li Îraqê mane daku şîret û alîkariyê bidin, piştre jî, ev hejmar
piştre gav bi gav hate kêmkirin, ji ber vê yekê niha ku hêzên biyanî vedikişin,
divê ew kom çekên xwe deynin, wekî din dê li gorî yasaya terorê bi wan re were serederîkirin.
Serederî li gorî yasaya terorê digel wan dê bê kirin
Mazin Xerîb, endamê parlemana Îraqê ji fraksiyona YNKê û endamê Komîteya
Parastin û Ewlehiyê, ragihand ku, rêveberiya dewletê biryarek daye
ku piştî wê dîrokê,her kiryarek ji aliyê komên çekdar ve dê li gorî yasaya
terorê were çareserkirin.
Derbarê rola parlemanê de, ez dixwazim bêjim ku her biryarek ku hikûmet
dixwaze yasayî bike û li gorî yasayê tevbigere ku divê ew vegere parlemanê û bi
rêya komîteyên taybet derbaz bibe, lê eger biryarek keyfî yan neq yasayî be, ewê
neçe parlemanê.
Vekişîna leşkerên biyanî û çekdanana komên çekdar di demekê de tê ku Amerîka
û Îran hîn jî di rewşek ne aştî û ne jî şer de ne û Îraq dixwaze di şer de bê alî
bimîne; lê hebûna komên çekdar û hêzên biyanî her tim bûye hincet ji bo êrîşê,
ji ber vê yekê ev pêvajo ji bo Îraqê pir girîng e, eger wekî ku heye neyê
bicîhanîn, ne diyar e ku rewşa welêt dê ber bi ku ve biçe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

