Bi boneya rawestandina şerê di navbera Îraq û Îranê de
Êraq 03:00 PM - 2026-08-08
Wîkîpediya
Şerê Îraq û Îranê
Îro;Şemî rêkefta (08-08-2026).an salvegera 38.emîn ya bidawîbûna şerê
heşt salî yê di navbera Îraq û Îranê de ye, ku di encamê de zêdetirî nîv milyon
leşkerên herdu welatan hatin kuştin.
Şerê Îran û Îraqê ji meha Îlon 1980 heya heyva Tebax 1988.an şerekî
çekdarî bû di navbera Komara Îslamî ya Îran û Îraqê de ku heşt salan dewam kir,ev
şer li Îranê bi navê Berevaniya Pîroz Şerê Sepandî û Şerê 8 salane ye (bi
Farisî bi Berevaniya Pîroz, Cenga Tehmîlî, Cenga 8 salan) û li Îraqê jî bi navê
(Qadisiye ya Sedam û Şerê Yekem ya Knedavê) tê naskirin.
Têkçûna Îraqê di çareserkirina axên rojhilatê Şetûl El- Ereb de û
sûdwergirtina ji cudaxwaziya Ereban li parêzgeha Xuzistanê.
Ev şer bi dagirkirina Îranê ji aliyê hêzên Sedam Husên (Serok Komarê wê
serdemê) ve dest pê kir,di dema dagirkirinê de, Şoreşa Îslamî nû bi ser ketibû
û rewşa artêşa Îranê pir aloz bû.
Ji aliyekî din ve, Îraq di rewşek baş de bû,aboriya wê geş dibû, û Sedam
dixwest bibe welatê yekem li herêmê,û deverên di bin kontrola xwe de berfireh
bike, bi vî awayî jî kete nav tevliheviyên Îranê.
Ji aliyê din ve, Îranê kodetayeke îdeolojîk pêk anîbû û dixwest wê li
welatên cîran, bi taybetî li Îraqê, ku kêmneteweyeke mezin ya Şîe lê hebû,
belav bike.
Di sala 1987.an de, Neteweyên Yekbûyî biryara 598 ji bo bidawîanîna şer
pejirand,lê, ev biryar heya ku neket meriyetê, nehat pejirandin, piştî
aştiyê, Îran û Îraq vegeriyan sînorên xwe yên berê yên ku di peymana Cezayîrê
ya 1975.an de hatibûn destnîşankirin, heta sala 2003.an dema ku dîlên şer yên
dawîn hatin pevguhertin.
Ev şer ji her du aliyan nîv milyon leşkeran jiyana xwe ji dest dan, ziyanek
mezin da her welatekî, lê sînor nehatin sepandin,di vî şerî
de gelek kes hatin kuştin û çend bûyerên mezin yên qirkirinê (wek êrîşa kîmyewî
ya li ser Helebce) rûdan,di vî şerî de bajarên Kurdnişîn çend caran hatin
bombebarankirin û gelek kes hatin kuştin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

