Mekteba Siyasî ya YNK: Bi xebata pêkveyî emê vê rewşê derbas bikin

Kurdistan 11:21 AM - 2026-08-08
Logoyê YNK û Sosyal Demokrat PUKMEDIA

Logoyê YNK û Sosyal Demokrat

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), bi boneya salvegera 50î saliya damezirandina Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, pîrozbahiyê li wê hizbê dike û hêvîdare ku wekî dirêjpêderê dîroka têkoşîna pêkveyî, ew ruh her dem zindî be, daku hemû partî, hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê bi hev re şiyanên xwe bikin yek di Pênaseya derbaskirina wê rewşa ne aram a ku navçeyê girtiye bin bandora xwe.

Naveroka pîrozbahiyê ya Mekteba Siyasî ya YNK:

Rêzdaran Mekteba Siyasî ya Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê

Bi boneya bîranîna 50î saliya damezirandina partiya we ya têkoşer, germtirîn silavên xwe arasteyî we dikin û hêviya serketina berdewam ji we re dixwazin.

Di vê bîranînê de em hêvîdar in ku wekî dirêjpêderê dîroka têkoşîna me ya pêkveyî, ew ruh her dem zindî be, daku hemû partî, hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê bi hev re şiyanên xwe bikin yek di bin armanca derbaskirina wê rewşa ne aram a ku navçeyê girtiye bin bandora xwe, ku bi sedema xitimîna siyasî ya herêmê jî, li ser gelê me giranrêktir bûye.

Careke din pîrozbahiya bîranîna damezirandina Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê li we rêzdaran û hemû endam û alîgirên we dikin.

Mekteba Siyasî
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket