Ava Silêmaniyê: Tîmên me mijûlî çêkirina boriya şikyayî ne
Kurdistan 10:54 AM - 2026-08-08
Ragihandina Ava Silêmaniyê
Wêneyê Boriya Şikyayî
Îro 8/8/2026, boriya hêla duyemîn ya ava Dukan – Silêmaniyê
şikest, û Berdevkê Rêveberiya Avê ya Silêmaniyê jî dibêje: Tevî têkçûna demkî
ya rewşê ji ber şikestina boriyê, lêbelê hemû tîmên me bi hemû hêza xwe mijûlî
çêkirina boriyê ne û di zûtirîn dem de av wê ji bo hemû taxên Silêmaniyê
vegerê, ku ji berê çêtir be.
Berdevkê Rêveberiya Avê ya Silêmaniyê Amanc Celal, ji
PUKMEDIAyê re ragihand: Vê sibehê di demekê de ku tîmên Rêveberiya Avê ya
Silêmaniyê di rê de bûn ji bo karpêkirina sê pompên nû li ser hêla duyem a ava
Dukan – Silêmaniyê bi armanca baştirkirina rewşa avê li wan taxên ku pirsgirêka
kêmbûna avê hebû, lê belê ji me re ragihandin ku şofêlekî di dema xebata xwe de
li taxa Qulereysî boriya ava hêla duyem a ava Dukan – Silêmaniyê şikandiye, ev
yek jî karê me dereng xist.
Wî diyar jî kir: Niha ji ber vê yekê hemû tîmên rêveberiya
me şandine cihê bûyerê û bi berdewamî di hewldanê de ne daku di zûtirîn dem de
çêbikin û dabeşkirina avê dest pê bike ve.
Berdevkê Rêveberiya Avê ya Silêmaniyê tekez jî kir, ku ew ê
li dûçûneke hûr bikin ji bo dîtina sedema tam a şikandina boriya han ji aliyê
wî şofêrî ve û tedbîrên yasayî yên pêwîst li dijî binpêkaran werin girtin.
Amanc Celal amaje bi navên hin ji wan taxan kir ku ev rewş
bandorê li ser wan dike û got: Şikandina vê boriyê bandorê li ser wan taxan
dike ku avê ji hêla duyem a Dukan – Silêmaniyê werdigirin, wekî taxên:
"Qirge - Sêtwan - Îbrahîm Ehmed – Kûrdsat".
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê gera duyemîn a lîstikên cîhanî yên robotan birêve diçe
11:28 PM - 2026-08-24 -
Derbaz Kosret Resûl: Vebijêrka diyalogê bingehê aramiyê ye
08:46 PM - 2026-08-24 -
Heval Rifet Ebdulah nameyeke spasiyê weşand
08:11 PM - 2026-08-24 -
Mekteba Ragihandin û Hişyariyê pîrozbahiya erka nû li Dr. Dilpak Tahîr dike
04:54 PM - 2026-08-24
zêdetir tamaşe bike
Washington li dijî Îranê kampanyayeke aborî ya berfireh da destpêkirin
10:48 PM - 2026-08-24
Xwendina AI û bernameyên teknolojîk ji bo zanîngehên Kurdistanê tê ragihandin
09:44 PM - 2026-08-24
Mekteba Siyasî: Bila rojbûna Pêxember bibe hêvana xurtkirina ruhê biratiyê
07:57 PM - 2026-08-24
Amadekarî ji bo 9emîn salvegera koça dawiya serok Mam Celal tê kirin
05:08 PM - 2026-08-24
zortrin xwendraw
-
Rakirina sifirên dînara Îraqî û bilindbûna dolar, aboriya Îraqê ber bi ku ve dibe?
Êraq 11:18 AM - 2026-08-24 -
Amerîka dorpêçeke "bêhempa" li ser Tehranê disepîne û gefan li aliyên pêre danûstandinan dikin dixwe
Cîhan 10:00 AM - 2026-08-24 -
Amadekarî ji bo 9emîn salvegera koça dawiya serok Mam Celal tê kirin
Êraq 05:08 PM - 2026-08-24 -
Heval Rifet Ebdulah nameyeke spasiyê weşand
Kurdistan 08:11 PM - 2026-08-24 -
Tûmenê di dîroka dravê Îranê de asta herî nizim tomar kir
Cîhan 01:27 PM - 2026-08-24 -
Mekteba Siyasî: Bila rojbûna Pêxember bibe hêvana xurtkirina ruhê biratiyê
Kurdistan 07:57 PM - 2026-08-24 -
Navenda Derve ya YNK tekezî li yekxistina şiyanên Kurdan dike
YNK 03:42 PM - 2026-08-24 -
Hejmara 188 an ya heftaneya dîjîtal ya Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:31 AM - 2026-08-24






Aplîkêşin

