Desteya Deverên Kurdistanî: Destûr û Madeya 140 Nexşerêya Çareseriyê ne
Kurdistan 02:25 PM - 2026-08-06
PUKMEDIA
Kerkûk
Desteya Deverên Kurdistanî daxuyaniyên parêzgarê Kerkûkê
red dike û di daxuyaniyekê de tekez dike ku destûr bingehê sereke yê sîstema hukimraniyê
ye li Îraqa nû û pabendbûna pê re, rêzgirtine li hember îradeya tevahiya
pêkhateyan.
Naveroka daxuyaniyê:
Bingehê sereke yê sîstema rêveberiyê li Îraqa nû, destûra
welate ku bûye peymaneke rastîn û gelên Îraqê bi hemû cudahiyên xwe ve wekî
serbilindiyeke mezin a têkoşîna xwe li dijî dîktatoriyê amaje pê dikin.
Pabendbûna bi vî destûrî re ne tenê pabendbûneke qanûnî ye û destgirtine bi wan
destkeftên ku hatine bidestxistin, belkî rêzgirtine li hember îradeya gelên
Îraqê.
Gelê Kurdistanê jî wekî pêkhateyeke girîng a vî welatî bi
giringiyeke mezin ve – tevî nêrîn û têbîniyên xwe – dest bi vî bingehê sereke
kiriye û wekî berhema xebateke dûr û dirêj w;ne dike, madeya 140 a destûrê jî
wekî nexşerêya xwe ya herî diyar dîtiye ji bo çareserkirina pirsgirêkeke dêrîn
a welatê xwe, ew jî pirsa nasnameya qadeke berfireh a axa wê ye li Îraqê.
Em bawer dikin ku destûrê rêçikeke hevseng ji me re daniye
bi aliyê çareserkirina vê pirsê di çarçoveya Îraqa fîdral de. Ji ber vê yekê,
her cure daxuyaniyeke nedestûrî ji aliyê parêzgarê Kerkûkê ve ku berevajî
destûrê be, ji bilî ku em wê red dikin, em bi pêwîst jî dizanin ku di vê qonaxa
hesas de, cenabê parêzgar giyanê pêkvejiyana rastîn li bajêr serdest bike û xwe
ji bikaranîna gotinên ku berevajî destûr û îradeya rastîn a gelên Îraqê ne dûr
bixe.
Daxuyanî û hevdîtinên nedestûrî qada bêbaweriyê berfireh
dikin û balê jî ji ser pirsên xizmetguzariyê dide aliyekî, ku îro Kerkûk ji her
demê zêdetir pêdiviya wê pê heye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê gera duyemîn a lîstikên cîhanî yên robotan birêve diçe
11:28 PM - 2026-08-24 -
Derbaz Kosret Resûl: Vebijêrka diyalogê bingehê aramiyê ye
08:46 PM - 2026-08-24 -
Heval Rifet Ebdulah nameyeke spasiyê weşand
08:11 PM - 2026-08-24 -
Mekteba Ragihandin û Hişyariyê pîrozbahiya erka nû li Dr. Dilpak Tahîr dike
04:54 PM - 2026-08-24
zêdetir tamaşe bike
Washington li dijî Îranê kampanyayeke aborî ya berfireh da destpêkirin
10:48 PM - 2026-08-24
Xwendina AI û bernameyên teknolojîk ji bo zanîngehên Kurdistanê tê ragihandin
09:44 PM - 2026-08-24
Mekteba Siyasî: Bila rojbûna Pêxember bibe hêvana xurtkirina ruhê biratiyê
07:57 PM - 2026-08-24
Amadekarî ji bo 9emîn salvegera koça dawiya serok Mam Celal tê kirin
05:08 PM - 2026-08-24
zortrin xwendraw
-
Rakirina sifirên dînara Îraqî û bilindbûna dolar, aboriya Îraqê ber bi ku ve dibe?
Êraq 11:18 AM - 2026-08-24 -
Amerîka dorpêçeke "bêhempa" li ser Tehranê disepîne û gefan li aliyên pêre danûstandinan dikin dixwe
Cîhan 10:00 AM - 2026-08-24 -
Amadekarî ji bo 9emîn salvegera koça dawiya serok Mam Celal tê kirin
Êraq 05:08 PM - 2026-08-24 -
Heval Rifet Ebdulah nameyeke spasiyê weşand
Kurdistan 08:11 PM - 2026-08-24 -
Tûmenê di dîroka dravê Îranê de asta herî nizim tomar kir
Cîhan 01:27 PM - 2026-08-24 -
Mekteba Siyasî: Bila rojbûna Pêxember bibe hêvana xurtkirina ruhê biratiyê
Kurdistan 07:57 PM - 2026-08-24 -
Navenda Derve ya YNK tekezî li yekxistina şiyanên Kurdan dike
YNK 03:42 PM - 2026-08-24 -
Hejmara 188 an ya heftaneya dîjîtal ya Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:31 AM - 2026-08-24






Aplîkêşin

