Wezareta Dadê: Meha borî 519 kes hatine berdan
Êraq 12:24 PM - 2026-08-05
PUKMEDIA
Karûbarên girtiyan
Wezareta Dadê ya Îraqê eşkere kir ku di meha Tîrmehê de 519
kes li Bexda û parêzgehên din hatine serbestberdan û tekez jî dike ku Saziya
Çaksaziyê berdewame di temamkirina rêkarên berdana wan kesan de ku biryara azadbûna
wan dihewîne.
Li gorî daxuyaniyekê ji Wezareta Dadê, di heyama meha
Tîrmehê de 519 kes hatine berdan, ji wê hejmarê jî 345 kes bi biryara dadwer
hatine berdan, herwiha 174 kesên din jî bi biryara lêxweşbûna giştî hatine
berdan.
Wezaretê da xuyakirin ku Saziya Çaksaziyê ya Îraqê, berdewame
di temamkirina rêkarên berdana wan kesan de ku di çarçoveya qanûnê de tên
berdan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

