Îro Projeyaasaya Çarçoveyê pêşkêşî parlamentoyê tê kirin

Kurdistan 10:33 AM - 2026-08-05
Prlemana Turkiyê PUKMEDIA

Prlemana Turkiyê

Îro 5ê Tîrmeha 2026an, projeyasaya çarçoveyê ku di çarçoveya proseya aştiyê û civaka demokratîk de hatiye amadekirin, pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê tê kirin. Piştî pêşkêşkirina projeyê, berpirsên AK Partiyê û MHPê dê civîneke rojnamevanî ya hevpar pêk bînin.

Projeya qanûnê bi navê "Projeyasaya Xurtkirina Yekîtiya Neteweyî û Yekparçebûna Civakî" ya ku wekî "Yasaya Çarçoveyê" tê naskirin, berî nîroya îro pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê tê kirin. Piştî pêşkêşkirina projeya qanûnê, berpirsên AK Partiyê û MHPê dê daxuyaniyeke rojnamevanî ya hevpar belav bikin. Tê çaverêkirin ku Abdulah Guler Serokê fireksiyona AK Partiyê, Efkan Ala Cîgirê Serokê AK Partiyê û cîgirên serokên fireksiyon, ligel her yek ji Erkan Akçay, Filiz Kilic û Fetî Yildiz cîgirên serokên fireksiyona MHPê, beşdarî civîna rojnamevaniyê bibin.

Ji aliyekî din ve, Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh civiya û tê çaverêkirin ku hevserokên giştî, endamên şandeya Îmraliyê, desteya rêveberiya fraksiyona DEM Partiyê û endamên parlamentoyê, îmzeyê li ser projeya qanûnê bikin.

Li gorî agahiyan, biryare roja înê projeya qanûna "Çarçoveyê" di Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) de bê gotûbêjkirin, her wiha tê gotin ku piştî gotûbêjên komîsyonê, proje bi lez bikeve rojeva civîna giştî ya parlamentoyê û armanc ew e ku heta dawiya vê heftê bê pesendkirin û bibe qanûn.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket