Hîna 110 hezar koçberên Şengalê di nav 13 kampan de dijîn
Rêportaj 05:59 PM - 2026-08-04
Ajans
Koçberên Şengalê
Cînosîda Êzidiyan 12 sal derbas kirin û hê jî pirsgirêkên
wan nehatine çareserkirin; bi sedan kes di nav kampan de dijîn û di zivistanan
de li ber gefên sermayê û şewatê ne, ti sal derbas nabin, heke çend bûyerên
agirpêketinê di nav wan çadiran de rûdibin û ziyanên madî û giyanî jê çêdibin;
serma, herî û nebûna alavên xwe germkirinê yên pêwîst bi serê xwe ne, û di
demsala havînê de jî germa û nebûna alavên xwe hênik kirinê, ji bilî gefa
bûyerên agirpêketinê ne.
Daku em bizanin ta niha çi ji bo xelkê Şengalê hatiye kirin
û qurbaniyên wan çend in, çend vegeriyane ser cih û warên xwe û çend kes hêj
bêser û berin û rizgar nebûne, gorên bi kom çend bûne û çend hatine hildan û
çend li bendê ne ku bên kolan? Hemû ev datayên hanê ji aliyê nivîskar û
lêkolînerê Êzidî (Dawid Xetarî) ve hatine komkirin.
Li dor van datayan û cudahiya wan li gel datayên aliyên
peywirdar û yên ku di dezgehên ragihandinê de tên belavkirin, Dawid Xetarî got:
Ev datayên ku ezê rêz bikim, hemû datayên meydanî ne û ez bi xwe pê rabûme û ev
ji encama lêgerînên min û dûvçûnên mine ku min kariye bi dest bixim.
Derbarê qurbaniyên destê DAIŞê, Dawid Xetarî dibêje:
"Qurbaniyên destê rêxistina DAIŞ ya terorî dibin (7259) kes, û ji vê
hejmarê, (1512) kes şehîd bûne, (1615) kes hêj bêser û berin û (4132) kes
rizgar bûne.
Her weha di derbarê wan kesên ku ta niha li nav kampan dijîn
de Xetarî got: Ta niha (13) kampên derbideran hene û ev kampên hanê li deverên
cuda yên parêzgeha Duhokê û îdara serbixwe ya Zaxoyê ne. Heke em bi giştî
bibêjin, hejmara derbiderên Şengalê (270) hezar kese, û ji vê hejmarê jî (110)
hezar kes di nav çadiran de di nav kampan de ne û 160 hezar kesên din jî li
derveyî kampan dijîn; çi xaniyên kirê ji xwe re girtibin, çi kesekî xaniyê xwe
ji wan re vala kiribe yan jî xaniyên ji xwe re kirî bin.
Derbarê gorên bi kom jî, Dawid Xetarî aşkere kir û got: Ev
gorên ku hatine tomarkirin, çi gorên bi kom bin û gelek kes di nav de bin, yan
kesek di nav yek gorê de be, hejmara wan dibin (110) goristan; ji wan (82)
goristan li devera Şengalê ne, û goristana Bîra Eloyê Anterî (Bîra Hemam) li bajaroka
Eyaziye li qezaya Telefer li ser zêde bikin, û goristana nêzîkî deriyê Şamê li
Mûsilê, û 17 goristan jî hêj nehatine hildan. Ji bo zanyariyê, goristanên mezin
hemû hatine hildan, tenê goristanên biçûk nebin.
Li dor cenazeyên şehîdan, ên ku ji aliyê Rêveberiya Goristanên
bi Kom û Nojdariya Dadî ve hatine radestkirin, Dawid Xetarî got: "Ta niha
termê (298) şehîdan hatine vegerandin. Hinek termên şehîdên din jî hene ku hêj
li fermangeha nojdariya dadî li Bexdayê ne, ta ku pêngavên nojdarî ji bo wan jî
bên kirin, ji wan pişkinîna (DNA) li gel kesûkarên wan. Her gava ku ew pêngav
hatin qedandin, ew jî dê bên vegerandin.
PUKMEDIA/ Kurdistanî Nwê
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09 Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
09:44 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

