Wezîrê Petrolê: Rêkeftina Iraq û Tirkiyê ji bo hinardekirina petrolê di Herêmê re ye
Kurdistan 11:01 PM - 2026-08-03
PUKMEDIA
Boriya Petrolê ya Iraq - Tirkiyê
Wezîrê Petrolê yê
Iraqê ragihand ku, ew peymana ku di 1ê Tebaxa îsal de bi aliyê Tirk re hatiye
îmzekirin, bi armanca misogerkirina berdewamiya hinardekirina petrola xav ji
zeviyên Herêma Kurdistanê re ye û biryare di vê demê de pêşnûmeyeke
ji bo peymaneke demdirêj di navbera her du welatan de bê amadekirin, ku armanca
vê gavê gihîştina derbasbûna hinardekirina rojane ya 700 hezar bermîl petrolê
ye.
Wezîrê Petrolê yê
Iraqê Basim Mihemed Xuzeyr ragihand: Hikûmet li ser planeke berfireh dixebite
daku beşek ji petrola zeviyên başûr bi rêya Herêma Kurdistanê û bendera Ceyhanê
bê veguhestin.
Got jî: Armanca vê
pêngavê gihêştina asta hinardekirina 700 hezar bermîl rojane ya petrolê ye, ev yek jî di çarçoveya bicihanîna peymana
aborî ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de pêk tê.
Ji aliyekî din ve,
Wezîrê Petrolê eşkere kir ku: Giftûgoyên berdewam bi Komara Îslamî ya Îranê re
hene bi mebesta rêkxistin û hemahengiyê ji bo misogerkirina tevgera keştiyên
petrolê bi rêya Tengava Hurmizê û got ku tê çaverêkirin di rojên pêş de li ser
vê pirsê bigihîjin têgihiştineke hevpar.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

