Xwendina Bilind: Mafê sê yekeman parastiye ku bi girêbest bên damezrandin
Kurdistan 05:48 PM - 2026-08-03
PUKMEDIA
Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê
Wezareta Xwendina Bilind ya Herêma Kurdistanê ragihand ku,
ew kesên bi şêwazê girêbestê di zanîngeh û navendên hikûmî de tên damezrandin û
di heman demê de sê yekemên zanîngeh û peymangehan in, mafê wan ê sê yekemiyê
dê parastî bimîne.
Rêveberê Giştî yê Fermangeha Kargêrî û Darayî li Wezareta
Xwendina Bilind Dr. Tiwana Necef, ragihand ku, sê yekemên zanîngeh û
peymîngehan dikarin daxwazê ji bo damezrandinê bi şêwazê girêbestê pêşkêş
bikin, bêyî ku mafê xwe yê sê yekemiyê ji dest bidin.
Amaje bi wê yekê jî kir û got: Biryare di çend rojên pêş de
platforma taybet bi damezrandina bi şêwazê girêbestê li Wezareta Xwendina
Bilind were aktîv kirin.
Derbarê damezrandina sê yekeman de jî, Dr. Tiwana Necef
tekez kir ku dosyeya sê yekeman li Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê karê
temam li ser tê kirin û tê parastin jî, ji ber ku bi qanûnî mafê wane ku bên
damezrandin.
Ev yek di demekê de ye ku di 2ê 8ê 2026an de, Wezareta
Xwendina Bilind, data û agahiyên giştî yên sê yekemên derçûyên salên 2017an
heta 2025an ligel xwedanên bawernameyên dîploma bilind, mastêr û doktorayê yên
ku heta niha nehatine damezrandin, ji bo dabînkirina mîlak û bûdçeyê ji bo wan
di terxana darayî ya sala 2027an de, şandine Encûmena Wezîran.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Ji ber Vîrûsa Salmonella li Ingiltre zêdeyî 200 kes nexweş ketin
04:07 PM - 2026-08-19 -
Serokkomar û Serokê Civata Şêwirmendiya pêşketinên li herêmê gotûbêj kirin
03:04 PM - 2026-08-19 -
Tenê şeş keştî di tengava Hurmizê re derbas bûn
09:26 AM - 2026-08-19 -
Gul:Yasaya Çarçove deriyek nû ji bo çareserkirina pirsa Kurd vekir
11:33 PM - 2026-08-18
zêdetir tamaşe bike
Akademiya Perwerde û Geşepêdana Kadiran li Hewlêrê hat vekirin
04:35 PM - 2026-08-19
Serok Bafil û Hadî Amirî:Divê baweriya navbera aliyan zêdetir be
02:41 PM - 2026-08-19
Serok Bafil: Bila hewl ji bo nêzîkkirina aliyên siyasî bin
01:47 PM - 2026-08-19
Şanoya "Selme" ji Kerkûkê ve nûnertiya Kurdan li Rûsyayê dike
12:46 PM - 2026-08-19
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil pesna rola serokkomar dide
Kurdistan 11:49 PM - 2026-08-18 -
Serok Bafil:Divê em welat ji nakokiyên siyasî dûr bixin
Kurdistan 10:31 PM - 2026-08-18 -
Gul:Yasaya Çarçove deriyek nû ji bo çareserkirina pirsa Kurd vekir
Cîhan 11:33 PM - 2026-08-18 -
Dezgeha Asayîşa Herêmê girtina heft terorîstên DAIŞê ragihand
Kurdistan 09:39 PM - 2026-08-18 -
Cîgirê Serokê Herêmê digel Balyoz û Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanya civiya
Kurdistan 10:25 PM - 2026-08-18 -
Qubad Talebanî û Konsulê Almanya tekezî li xurtkirina peywendiyan dikin
Kurdistan 04:36 PM - 2026-08-18 -
Dadgeha Şamê biryara bi darvekirina Wesîm El Esed da
Cîhan 09:08 PM - 2026-08-18 -
Qubad Talebanî: Şanaziyê bi stafa nexweşxaneya Hîwa dikim
Kurdistan 04:22 PM - 2026-08-18




.png)
.png)
Aplîkêşin

