Wezareta Petrolê pilaneke nû ji bo zêdekirina hinardekirinê aşkere kir
Êraq 03:08 PM - 2026-08-02
Nivîsinegha Ragihandina Wezaretê
Avahiya Wezareta Petrolê
Wezareta Petrolê ya Îraqê dibêje ku ew niha li ser
temamkirina boriya petrolê ya Besre-Kerkûk-Ceyhanê kar dike,û dibêje:Me
peymanek demkî ya salekê bi Turkiye re îmze kiriye daku rojane 750 hezar bermîl
petrol bi riya bendera ceyhanê were hinardekirin, ku şiyana zêdekirina wê heye.
Selîm Rukabî, berdevkê wezaretê, aşkre kir ku kar
ji bo temamkirina rêkarên projeya boriyê (Besre - Hedîse - Kerkûk - Ceyhan) û riyên
din yên ber bi benderên Banyas û Eqabe ve, bi armanca cûrbecûrkirina benderên
hinardekirinê, berdewam dike.
Di heman demê de, bal
kişand ser hemahengiya hevbeş ya di navbera Îraq, Amerîka û Sûriyê de ji bo
avakirina hêla (Hedîse - Banyas) û tekez kir ku zêdebûna hinardekirinê bi
başbûna rewşa ewlehiyê û vegera tevahî ya hilberîna petrolê li Herêma
Kurdistanê ve girêdayî ye.
Derbarê birê berhemanînê jî
berdevkê wezaretê ragihand ku,ne aramiya li bazara cîhanî bandor li birê
hilberînê kiriye, lê şerê li herêmê bandorek mezintir li ser hinardekirina
petrolê kiriye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

