Serokkomarê Îraqê tekezî li girîngiya pêşxistina peywendiyên bi Çekê re kir
Êraq 09:51 PM - 2026-08-01
Malpera Serokomar
Serokkomar û Balyozê Çekê
Îro roja Şemiyê 1ê
Tebaxa 2026an, Serokomarê Îraqê Nîzar Amêdî li Bexdayê pêşwazî li Balyozê
Komara Çekê li Iraqê Jan Shnaidof kir.
Di hevdîtinê de, Serokkomar
tekezî li ser girîngiya pêşxistina peywendiyên dualî yên di navbera Îraq û
Komara Çekê de kir û xwest ku derfetên hevkarî di warên aborî, veberhênan,
perwerde û çandî de bên berfirehkirin.
Her wiha Serokkomar da
xuyakirin ku Îraq siyasteke derve ya hevseng bi rê ve dibe ku li ser bingeha
xurtkirina peywendiyên bi welatên dost re ye, bi armanca piştgiriya geşepêdana
berdewam, danûstandina pisporiyê û bidestxistina berjewendiyên hevbeş.
Ji aliyê xwe ve,
Balyoz Jan Shnaidof tekezî li ser daxwaza welatê xwe kir ji bo pêşxistina
peywendiyên bi Îraqê re û berfirehkirina hevkariya hevbeş di warên cuda de, û
spasiya xwe ji bo wan gavên erênî yên ku Iraq di warê geşepêdan û vebûnê de bi
dest dixe, anî ziman.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

