Serokwezîrê Îraqê:Peymana me bi Turkiyê re stratejîk e

Êraq 06:27 PM - 2026-08-01
Serokwezîrê Îraqê Elî El -Zeydî Ragihandina Serokwezîrê Îraqê

Serokwezîrê Îraqê Elî El -Zeydî

Îraq

Serokwezîrê Îraqê Elî El -Zeydî ragihand ku peymana ku di navbera Îraq û Turkiyê de li ser veguhestina petrola xav ya Îraqê bi riya boriya Îraq-Turkiyê ji bo bendera Ceyhanê hatiye çêkirin, destkeftiyek stratejîk e.

Serokwezîrê Îraqê Elî El -Zeydî di parvekirinek li ser malpera xwe ya medyaya civakî X de wiha ragihand ku, Îraq û Turkiye îro peymanek îmze kirin ji bo veguhestina petrola xav ya Îraqê bi riya boriyekê bo bendera Ceyhanê,ku ev destkeftiyek stratejîk ya girîng e ji bo misogerkirina berdewamiya hinardekirina petrolê û xurtkirina hevrêziya aborî di navbera her du welatan de ku li gor rêkeftinî rojane 750 hezar bermîl petrol dê were veguhastin.

Boriya petrolê ya Îraq-Turkiye nêzîkî 50 salane ku petrolê ji herêma Silopiyê digihîne bendera Ceyhanê ku ew bingeha hinardekirina petrolê ya herêmê ye û hevrêziya di navbera Bexda û Enqerê de ji bo pêşxistina zeviyên petrolê yên Kerkûkê berfireh dibe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike