Tîma Topê Pê ya Kurdistanê li Fînlandiya derbazî rêza duyem bû
Kurdistan 03:51 PM - 2026-08-01
Nerina Azad ya Turkî
Tîma Topê Pê ya Kurdistanê li Fînlandiya
Tîma Topê Pê ya Kurdistanê, tîmeke revenda Kurdî
li Fînlandiya, di turnuvaya navneteweyî ya Cama Navdewletî TAT (Tat
International Cup) de ku li Helsînkî hate lidarxistin,serkeftinek girîng bi
dest xist û di şampiyoniyê de di rêza duyem de bi dawî bû.
Ev turnuva her salê li bajarê Helsînkî, paytexta
welatê Fînlandiya tê lidarxistin û gelek tîmên revend yên welatên cuda beşdar
dibin,îsal, Tîma Kurdistanê asteke xurt pêşkêş kir û gihîşt yariya dawiyê.
Di yariya dawiyê de Tîma Topê Pê ya Kurdistanê, bi
tîma Tîma Topê ya Ganayê re rû bi rû ma
û piştî şerekî dijwar, ji dijberê xwe winda kir û turnuvayê di rêza duyem de bi
dawî kir, û Gana bû şampiyon.
Cama Navdewletî TAT yek ji wan çalakiyên werzîşî
ye ku her sal li Fînlandiya tê lidarxistin û têde revendên ji netewe û welatên cuda bi riya Topê Pê tên
cem hev da ku ji bo şampiyoniyê pêşbaziyê bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

