Zêdetirî 50 hezar koçber gihîştine Spanyayê ku piraniya wan vedigerin
Cîhan 12:13 PM - 2026-08-01
CNN
Wêneyê Koçberan
Hikûmeta Spanyayê ragihand ku piştî ku di du rojên borî de
hejmareke mezin ji koçberan bi komî sînorê navçeya Sebte ya li bakûrê Afrîqayê derbas
kirin û çûne Spanyayê û 57 kesan jiyana xwe ji dest dan, piraniya wan jî bi
dilxwazî vedigerin welatê xwe.
Nûnerê hikûmeta Spanyayê li bajarê Sebte roja Şemiyê got ku
cenazeyên 57 koçberan li ser sînorê Spanyayê hatine dîtin û tê payîn ku hêjmara
qurbaniyan li aliyê Mexribê zêdetir be, beşek ji wan koçberan di dema hewldana
derbaskirina astengiyên deryayî û dîwarê sinor ketine xwarê û jiyana xwe ji
destdane.
Wezareta Navxwe ya Spanyayê got: Ji roja Pêncşemê 30ê
Tîrmeha 2026an vir ve, nêzîkî 50 hezar kes ji sînorê Spanyayê derbas bûne (hin
çavkaniyên herêmî hejmar wekî 60 hezarî texmîn dikin).
Heta weku êvara Înê 31/7/2026 tê texmîn kirin ku zêdetirî
48,300 koçber bi dilxwazî vegeriyane Mexribê (Fas)ê û ji Spanyayê
derketine.
Di vê navberê de, hêzên Mexribê (Fas)ê li deriyê Sebtayê bi dar
û xaza rondikrêj hewil dane daku rê li ber hejmareke mezin ji koçberan bigirin
ku ji Fasê (Mexribê) ber bi Spanyayê ve biçin.
Herikîna girseyî ya koçberan ber bi Spanyayê ve li Ewropayê
bûye sedema dubendiyê û rêberên Yekîtiya Ewropayê bang li Spanyayê kirin ku di
zûtirîn dem de rewşê kontrol bike.
Di heman demê de, koçberên din bajarokê Belionş a Mexribê (Fas)
wekî xala destpêkê ya ji bo Spanyayê hilbijartine, ji ber ku ew ji bo gihîştina
Spanyayê mesafeyek pir kurttir dibirin, ku ev yek bûye sedema pevçûn û aloziyan
li ber deriyên sinorî.
Bajaroka Sebta xwedî cihekî dîrokî û demografîk ê taybete, ji
sala 1580-an vir ve beşek ji Spanyayê ye. Nifûsa wê bi wekhevî di navbera
Xiristiyan û Misilmanan de dabeş dibe, komên etnîkî yên Spanyayî û Fasî bi
heman rêjeyê bi hev re dijîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

