Amerîka xwe ji bo operasyoneke leşkerî ya nû li dijî Îranê amade dike
Cîhan 10:37 AM - 2026-08-01
Ajnas
Şerê Îran û Amerîka
Amerîka xwe ji bo operasyoneke leşkerî ya nû li dijî Îranê amade dike û li benda biryara dawî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump in.
Tora CBS News, ku hevparê Amerîkî yê BBC ye, ji çavkaniyan
veguhestiye ku, Amerîka û Îsraîl armanc dikin ku li dijî armancên binesaziya
wizeyê li Îranê operasyonekê bidin destpêkirin, û tê payîn ku di destpêka
hefteyê de êrîş bên pêkanîn.
Li gorî çavkaniyên ku tora CBSê pişta xwe pê ve girêdaye,
Serokê Amerîkayê Donald Trump hîn pesendkirina dawî ji bo destpêkirina van
êrîşan nedaye.
Torê diyar kir ku ev operasyon dê bibe yek ji operasyonên
herî tund ku heta niha li dijî binesaziya wizeyê ya Îranê di nav şerê Amerîka û
Îsraîlê de ligel Tehranê hatiye kirin, û amaje bi hebûna nîqaşekê kir ku tê de
behsa bidawîkirina êrîşan berî vekirina bazarên darayî yên roja Duşemê tê
kirin.
Her wiha tora CNN, li zarê rayedarên Amerîkî yên agahdar,
ragihand ku Amerîka di rojên dawî de leza amadekariyên xwe ji bo pêkanîna
êrîşên leşkerî li dijî Îranê zêde kiriye. Li gorî çavkaniyan, Fermandariya
Navendî ya Amerîkayê vebijarkên xwe yên operasyonel amade kirine û hêzên xwe ji
bo îhtîmala berfirehkirina qada operasyonan amade kirine, ku kampanyayeke
bordûmankirina tund ku nêzîkî du hefteyan berdewam dike û armanc dike cihên
mûşekî yên Îranê, di nava xwe de digire.
Çavkaniyan zêde kirin ku Washington plan dike ku di zûtirîn
dem de êrîşên nû li dijî Îranê bide destpêkirin, û dibe ku di dawiya vê hefteyê
de dest pê bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08

.jpg)




Aplîkêşin

