Bi hemahengiya îstîxbaratê terorîstekî metirsîdar ê DAIŞê li Silêmaniyê hat girtin

Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-31
Dijî Terorê PUKMEDIA

Dijî Terorê

Dije Tîror

Bi piştrastbûna bi agahiyên hûr ên îstîxbaratî û di encama hemahangiya hevpar a di navbera Rêveberiya Giştî ya Dije Terorê, Dezgeha Dije Terorê ya Îraqê û Dezgeha Îstîxbarata Nîştimanî ya Îraqê de, terorîstekî metirsîdar ê DAIŞê ku çendîn post û berpirsiyarî di nava refên rêxistinê de hebûne û beşdarî çendîn êrîşan de kiriye, li parêzgeha Silêmaniyê hat girtin.

Dije Terora Kurdistanê ragihand: Di encama hemahangî û hevkariya ewlehî de di navbera Rêveberiya Giştî ya  dije terorê, dezgeha dije terorê ya Îraqê û dezgeha îstîxbarata nîştimanî ya Îraqê de, endamekî rêxistina terorîst a DAIŞê li parêzgeha Silêmaniyê hat girtin.
Da xuyakirin ku ev operasyon bi piştrastbûna bi agahiyên hûr ên îstîxbaratî û di çarçoveya hevrêzî û hemahangiya hevpar a di navbera dezgehên ewlehiyê de bi serkeftî hat encamdan.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike